KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin 2022-11-08 20:49:56   AGIRÎ- Heyeta ji KCD, DBP û HDP'ê pêkhatî serdana malbatên kesên ku di qezaya li Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kir.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir,Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û şandeya bi wan re serdana malbatên kesên di qezaya li Dutaxê de jiyana xwe ji dest dabûn û birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin kir.    Şandeyê ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya li Agiriyê serdana birîndar kir û şîfa ji wan re xwest, sersaxiya malbatên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane kir.    Şandeyê têkildarî qezayê agahî ji malbatan wergirt û destnîşan kir ku dê vê bûyerê bişopînin.