ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-09 09:00:30     * Alî Kavak ku di sala 1974'an de gava li gundê Tutê yê Licêya Amedê mamostetî kiriye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye, got: "Bêyî cihêkariyê têxe nava zayend, dîn, nijad û rengê kesî, behsa pergaleke wekheviyê dikir. Gava min ev tişt bihîstin, min got dê pergala herî xweş a cîhanê bê avakirin."    * Rojnamevan Bêrîvan Altan ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hat girtin, wek generala Apê Mûsa dest bi xebatên çapemeniya azad dike û lêgerîna xwe ya heqîqetê vediguherîne evîndariya rojnamevaniyê.     * Hevşaredarê Seravê Abdulkadîr Çalişkan ku ji girtîgehê derket, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got ku armanca binpêkirinên mafan ên li girtîgehan polîtîkaya tepisandinê ye.    * Fîrmaya ku qeyûm îhale dabû wê, ji ber zêdebûna maliyetê peymanê bi awayekî yekalî fesix kiriye. Qeyûm jî îhaleya karê nîvcomayîbi fiyetekî 3 qat ji yê berê zêdetir cardin daye heman fîrmayê.    * Selma Ozkan, keça girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, beriya danişîna doza bavê xwe got: “Yên ji nexweşiya bavê min yeqîn nakin, bila roja pêncşemê bên danişînê û bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin."    * Abdulgafûr Ateş ê birayê girtî Îbrahîm Ateş diyar kir ku di hevdîtina bi telefon de birayê wî jê re gotiye zext û tundî li ser wan hene û sergardiyan jî ji wan re gotiye, 'Ez dewlet im, em dikarin we bişewitînin û gulebaran bikin.”    * Omer Evsen ê ku 30 sal di girtîgehê de ma û hat berdan bal kişand ser şertên û mercên giran ên li girtîgehan û got: “Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye. Tecrîdeke pir giran û dijwar tê sepandin. Li dijî vê jî îradeyeke pir xurt heye."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 611’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin wê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder de ji ber “biçûkxistina dewletê” hatiye vekirin wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Egîtîm Sen û 13 sendîkayên perwerdehiyê ji bo Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê (OMK) ya li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li ser esasê hevdîtin bê kirin, wê li ber AYM’ê “nobeta pîşeyî" li dar bixin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan dane destpêkirin wê li Amed û Îzmîrê berdewam bikin. (11.00-16.00) ZINDÎ   * Şaxa OHD’a Rihayê wê rapora binpêkirinên mafan a 3 mehî ya girtîgehên li Rihayê aşkere bike. (12.00)   * Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê, wê panela bi mijara “Binpêkirinên Mafan û Tecrîda li Girtîgehan” ku wê siyasetmedar, hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan weke axivîner tev li bin dê li Eywana Konferansa Baroya Mêrdînê bê lidarxistin. (13.00)