Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê! 2022-11-09 09:02:58   MÊRDÎN - Fîrmaya ku qeyûm îhale dabû wê, ji ber zêdebûna maliyetê peymanê bi awayekî yekalî fesix kiriye. Qeyûm jî îhaleya karê nîvcomayîbi fiyetekî 3 qat ji yê berê zêdetir cardin daye heman fîrmayê.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nelirêtî li ser nelirêtiyê dike. Şaredariya di destê Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş de, di 12'ê Adara 2021'ê de îhaleya çêkirina otoparka 2 qatî ya li taxa Misûriyê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi 17 milyon û 247 hezar lîreyî daye fîrmaya bi navê "Kassap" û "Oter"ê. Fîrmayê di hezîrana 2021'ê de dest bi kar kiriye û li gor hesaban diviyabû di îlona 2022'yan de çêkirina otoparkê temam bike. Lê berevajî vê fîrmayê heya hezîrana 2022'yan hîmê otoparkê jî temam nekiriye.    Her du fîrmayan bi hinceta ku maliyet zêde bûne peymana îhaleyê bi awayekî yekalî fesix kirine. Çendî di hezîranê de peyman fesix kirine jî, lê makîneyên xwe ji qada înşeatê ranekirine. Piştî vê şaredariyê cardin ji bo heman projeyê îhale çêkiriye. Îlana îhaleya nû di 2'yê îlonê de hatiye kirin. Lê belê tu kes dawetî vê îhaleya bi usûla "îhaleya eşkere" nehatiye kirin.    Halbûkî li gorî qanûna îhaleyê ya cemaweriyê herî kêm di îhaleyên bi vi rengî de herî kêm divê 3 teklîf hebin. Lê qeyûm bêyî guh li vê bike îhaleya navbirî, vê carê bi fiyetekî 3 qat ji yê berê zêdetir daye heman fîrmayan.    Qeyûm berê îhaleyê bi 17 milyon û 247 hezar lîreyî dabû. Qeyûm vê carê xwestiye fiyetê îhaleyê bike bi 51 milyonî, lê fîrmayê qebûl nekiriye û doza 56 milyon lîreyî kiriye. Qeyûm jî teklîfa fîrmayan qebûl kiriye. Piştî vê fîrma bêyî cih tespît bike di cî de dest bi kolandina hîmê otoparkê kiriye.    MA / Ahmet Kanbal