'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye' 2022-11-09 09:03:47   WAN - Hevşaredarê Seravê Abdulkadîr Çalişkan ku ji girtîgehê derket, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got armanca binpêkirinên mafan ên li girtîgehan polîtîkaya tepisandinê ye.    Hevşaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Serava Wanê Abdulkadîr Çalişkan ku piştî qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin di 20'ê adara 2017'an de hatibû girtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Di 27'ê îonê de cezayê Çalişkan temam bûbû û ji Girtîgeha Wanê derketibû.    Çalişkan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bang li raya giştî kir ku di vî warî de hesas be.    Abdulkadîr Çalişkan   BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ   Çalişkan anî ziman ku girtîgeh ne cihûwarên ku mirov tê de bimînin û wiha got: "Têkildarî binpêkirina mafan gelek hevalên me daxwazname ji Wezareta Dadê û saziyên têkildar re şandin. Lê mesele nehat çareserkirin. Hê jî nehatiye çareserkirin."    Çalişkan bilêv kir ku li girtîgehê pirsgirêka herî mezin xwenegihandina tenduristiyê ye û şert û mercên tenduristiyê yên girtîgehan ên çend sal berê ji yên niha baştir bûne. Çalişkan axaftina xwe wiha domand: "Girtiyên diranên wan diêşin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Li kampusê nexweşxaneyek heye, lê ne pir baş bû. Ez bi koronayê ketim û ji ser hişê xwe ve çûm. Lê piştî çend saetan ez birim nexweşxaneyê. Mesela krîz li dilê min bixista ez bimirama."    'POLÎTÎKAYA TEPISANDINÊ'   Çalişkan destnîşan kir ku li girtîgehê bi armanca "tepisandinê" binpêkirinên gelek mezin rû didin û ev bi sedemên siyasî tên kirin. Çalişkan anî ziman ku nîşaneya herî mezin a nebûna edaletê neberdana girtiyên ku divê bi şert bên berdan bi xwe ye û wiha got: "Li girtîgehê ne hiqûq, siyasetê tê şixulandin. Em vê yekê jî ji binpêkirinên ku dikin tê derdixin."    Çalişkan bilêv kir ku girtî bi zanebûnî sirgûnî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di demên dawî de bi hinceta 'sûcê dîsîplînê' cezayê girtiyan 3-6 meh an jî salekê tê dirêjkirin. Jixwe girtiyên sûcê dîsîplînê dikin dixin hucreyên yekkesî, lê bi ser jî cezayê wan zêde dikin. Her wiha ji xeynî vê înfaza girtiyan jî tê şewitandin."