Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir 2022-11-09 11:32:22   AMED - Nivîskar û mamosteyê zaravayê kirmanckî Mehmûd Nêşite ku bi salan ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir, koça dawî kir.    Nivîskar û mamosteyê zaravayê kirmanckî (zazakî) Mahmut Yuruk (Mehmûd Nêşite) ê 77 salî ji ber nexweşîna dil û gurcikan lê peyda bûbû koça dawî kir. Nêşite ev demek bû li Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dihat tedawîkirin û duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Malbat, heval û dostên Nêşite li Goristana Yenîkoyê ya Amedê merasîma cenaze li dar xistin û piştî karûbarên wecîbeyên olî veşartin.    Malbata Nêşite dê li Mala Şînê ya Mizgefta Bedîuzzeman a li navçeya Peyasa Amedê şînê deyne.   Nêşite mamosteyê teqewîd bû û bi salan xebatên sendîkavaniyê û partiyên siyasî yên wek HADEP’ê û partiyên din kiriye. Bi salan dersa zaravayê kirmanckî dida xwendekaran. Her wiha ew endamê Grûba Vate bû.    Mehmûd Nêşite di sala 1945’an de li gundê Xosor ê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve hatiye dinê.