Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin 2022-11-09 12:18:01   ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Bi ‘Meşa Mirovahiyê’ re bertekên li dijî van êrişan derketin lûtkeyê. Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe li herêmê lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî bike.”    Tirkiye ji 17’ê nîsanê heta niha bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê kir. Hat ragihandin ku Tirkiyeyê heta niha zêdetirî 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên di 3 mehên dawî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û dîmenên 2’yan jê hatin parvekirin. Bi vê yekê re bertekên li dijî Tirkiyeyê jî zêdetir bûn. Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), bang li saziyên têkildar ên navneteweyî hat kirin. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê û Taksîm a Stenbolê “Meşa Mirovahiyê” hatin lidarxistin.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Birêxistinkirina Navendî Berpirsyar Mahfûz Guleryuz, têkildarî mijarê axivî.    Mahfûz Guleryuz   HELWESTA ŞOVENÎZM Û ÎNKARÊ   Guleryuz, anî ziman ku gelê kurd dijberiya xwe ya li şer û pevçûnan bi meşa Silopiyayê şênber kiriye û wiha got: “AKP û MHP bikaranîna çekên kîmyewî red dike û derheqê kesên vê mijarê dikin rojev jî lêpirsînan didin destpêkirin. Her tim bi mantiqa înkarê tevdigere. Di bingeha vê nêzikatiyê de jî şovenîzm û înkargerî heye. Ev jî taybetiyên herî diyar ên komarê ne. Li holê dîmen hene û diviya destûr bidana ku şandeyên serbixwe biçûna lêkolîn bikirana. Daxwaza raya giştî jî ev e. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, bi ‘Meşa Mirovahiyê’ re derketin lûtkeyê. Divê dewlet dev ji helwesta xwe redkirinê berde û ji bo lêkolînê mekanîzmayê ava bike.”   HELWESTA MUXALEFETÊ   Bi domdarî Guleryuz anî ziman ku partiyên muxalefetê jî bi heman refleksa AKP-MHP’ê tevdigere û wiha domand: “Dernakevin sînorên ku AKP’ê xêz kirine. Yek ji pirsgirêkên herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku muxalefetkirin tune ye. Tenê HDP bi vê peywirê radibe. Ji bilî HDP’ê, tevahiya partiyan li cem dewletê cih digirin.  Em dibêjin ku Tirkiye ev sed sal e di nava nabosekê de ye û ji bo xelasiya ji vê jî em komara demokratîk diparêzin. Em rûyê olîgarşîk û şêweyê wê yê dîktayê red dikin. Di bingehe hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de ev heye. Me di 27’ê îlona 2021’an de deklarasyoneke bi 11 xalan parve kir. Me pirsgirêkên lezgîn destnîşan kirin û çareseriya ku dê krîza sed salî derbas bike destnîşan kir.”    ‘TIFAQA MILET Û DESTHILATDAR HEMAN DIFIKIRIN’   Di berdewamê de Guleryuz got ku piştî deklarasyonê jî bi Tifaqa Ked û Azadiyê hêj bêhtir mezin bûne û wiha bi dawî kir: “Bêyî ku bikevin nava hesabên partî û derdoran, me bang li her kesî kir. Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ewqas partiyên siyasî di bin banê tifaqekê de tên ba hev. Ev tifaqa me ne tifaqeke klasîk a hilbijartinê ye. Em weke tifaqa felsefeya Rêya Sêyemîn dinirxînin. Em rêya desthilatdarî û muxalefetê ji nêz ve dişopînin. Me ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê dikarin bi hemû derdorên siyasî re nîqaş bikin. Hem Tifaqa Milet û hem jî desthilatdarî ji heman çavkaniyê dixwin. Em dizanin ku Tifaqa Milet nikare bibe hêza çareseriyê. Mîna hev difikirin. Lê tevî vê jî em amade ne di çarçoveya 11 xalên çareseriyê de bi her kesî re bixebitin.”    MA / Firat Can Arslan