Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin! 2022-11-09 12:38:19   MÊRSÎN - Rêveberê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş, diyar kir ku tîmeke taybet a ji polîsan pêk tê li Mêrsînê serdana malbatên girtiyan dike û bi lêv kir ku ji bo zarokên wan biçin qawişên serbixwe wan qaneh dikin.    Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER) Ergîn Altûntaş, binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Tarsûs, Elbîstan û Antalyayê diqewimin rêz kirin. Altûntaş, diyar kir ku ji bilî binpêkirinan ji bo malbatên girtiyan ên li derve jî desteya çavdêriyê ya mîna ya li girtîgehan hatiye avakirin û da zanîn ku tîmeke ji polîsan pêk tê çûye malbatên girtiyan û zext li malbatan kiriye.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Altûntaş, bi bîr xist ku 19 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertê tecrîdeke giran de tê ragirtin agahî nayê girtin, herî dawî 6 mehan cezayê dîsîplînê lê hate birîn û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin divê tenê bi awayekî fîzîkî negirin dest. Altûntaş, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin belavî hemû girtîgehan bûye.    Altûntaş, agahiyên herî dawî ji komeleya wan re hatine parvekirin û anî ziman ku girtîgehên herî zêde binpêkirin lê diqewimin Girtîgehên Tarsûs, Osmaniye, Elbîstan, Hatay, Antalya û Ereglî ne.    LI GIRTÎGEHA ELBÎSTANÊ 4 GIRTIYÊN SIYASÎ MAN   Altûntaş, daxuyand ku li girtîgehan zextên îdareyê yên li ser girtiyên siyasî her ku diçin bi rêbazên cuda zêde dibin û wiha got: “Bi rêya parêzer û malbatan agahî tên ku li girtîgehan bi rêbazên cuda zextên îdareyê zêde dibin. Li Girtîgeha Elbîstanê ne tenê girtiyên siyasî di heman demê de girtiyên edlî jî bi pirsgirêkên giran re rûbirû dimînin. Li Girtîgeha Elbîstanê ji bilî 4 girtiyan hemû girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin. Li wir pirsgirêka avê heye, mafê xwe gihandina tenduristiyê nayê dayîn, têkildarî bikaranîna av û ceyranê pereyekî zêde tê wergirtin.”   Altûntaş, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha T1,T2 û T3 yên Tarsûsê diqewimin vegotin û da zanîn ku her tim sirgun çêdibin. Altûntaş, da zanîn ku nêzî 100 girtî ji Girtîgeha Tarsûsê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî û Antalyayê hatin kirin û anî ziman ku di dema sirgunan de îşkence û mûmaleya nebaş li girtiyan hatiye kirin. Altûntaş, bi lêv kir ku girtiyên jin ên ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê sirgunî girtîgehên Xarpêt û Tekîrdagê hatine kirin di wesayîta rîngê de heqaretên zayendî lê hatine kirin, bi paş ve hatine kelemçekirin û di wê navberê de ji aliyê peywîrdaran ve rastî tacîzê hatine.    GIRTÎGEHA ANTALYA: NAVENDA ÎŞKENCEYÊ   Altûntaş, agahiyên ku girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilin a Antalyayê dimînin bi rêya malbatên xwe ragihandine wiha vegotin: “Tê diyarkirin îşkenceyeke giran li wir tê sepandin. Hemû mafên bingehîn yên girtiyan ji dest girtine. Hate hînbûn ku tiştên weke pirtûk, cil û hwd yên girtiyên hatine sirgunkirin nedane wan. Girtîgeh vegeriyane navenda îşkenceyê.” Altûntaş, diyar kir ku bi rêbazên taybet girtî sirgunî cihên ji malbatên xwe dûr dibin û anî ziman ku bi vî awayî malbat jî tên cezakirin.    TÎMA TAYBET A LI MÊRSÎNÊ HATE AVAKIRIN   Altûntaş, diyar kir ku tîmeke taybet a ji polîsan pêk tê li Mêrsînê serdana malbatên girtiyan dike û bi lêv kir ku ji bo zarokên wan biçin qawişên serbixwe wan qaneh dikin. Altûntaş, têkildarî “tîma taybet” ev agahî parve kirin: “Rojên derbasbûyî dema me weke TÛAY-DER’ Çûkûrovayê serdana malbatên girtiyan kir, malbatan ragihandin ku tîmeke polîsan ku di bin banê walitiyê de hatiye avakirin, hatine mala wan. Ev tîm ji aliyê walitiyê ve hatiye avakirin. Li Mêrsînê diçin malbatên girtiyên siyasî û dixwazin wan qaneh bikin ku zarokên wan biçin qawişên serbixwe. Ji malbatan re gotine li hemberî vê yekê wê piştevaniya kar û aboriyê bikin. Em difikirin ku ev tîm ji lijneyên çavdêriyê yên li girtîgehê ne serbixwe ye. Zextên psîkolojîk li malbatan tên kirin. Bi vî awayî hem girtî hem jî malbat tê xwestin ku bên cezakirin. Ev rewş nayê qebûlkirin.”   REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Altûntaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li herêmên Çûkûrovayê û wiha berdewam kir: “Ji 50 girtiyên nexweşên giran li girtîgehên Çûkûrovayê ne, nêzî 20’ê wan girtiyên jin in. Ev girtî nayên dermankirin. Gelek ji wan terkî mirinê kirine. Di vir de tişta herî girîng ew ku girtiyên siyasî yên bi tu awayî nikarin pêdiviyên xwe yên şexsî jî bi cih bînin, li hucreyên yek kesî tên ragirtin û êşkenceyeke giran li wan tê kirin.”   ‘ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE’   Altûntaş, bi lêv kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bi dawî bibin divê ewilî tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd girêdayî hev e, di serî Ocalan belavî her derê bûye. Divê li dijî vê helwesta ne mirovî civak hestiyar bibe. Em dixwazin hemû sazî bi girtiyan û malbatên wan re di nava piştevaniyê de bin. Ji bo em van êrişan vala pûç bikin em bang li hemû civakê dikin ku piştevaniyê bikin û di serî de Îmraliyê ji pergala tecrîdê re bêjin bes e.”    MA / Mûkadder Akyol