Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir 2022-11-09 13:31:20   MÊRDÎN - Sefîra Ingilîstanê ya Enqereyê Marianne Young, serdana Rêxistina HDP’a Mêrdînê kir.    Sefîra Ingilîstanê ya Enqereyê Marianne Young û şandeya pê re serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Hevserokên HDP’a bajêr Berîvan Bahçecî û Mehmet Alî Yîgît û endamên lijneya rêveber şande pêşwazî kir. Şandeyê derbarê pêşdîtinên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 2023'an û helwesta gelê Kurdistanê de agahî wergirt. Heyetê û endamên HDP'ê jî li ser binpêkirinên mafan ên li herêmê û zextên hikûmetê yên li ser siyaseta kurd nêrîn bi hev re parve kirin.    Şandeya HDP’ê her wiha polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên Kurdistanê jî ragihand û xwest hêzên navnetewî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna lêkolînan bikin.