Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome 2022-11-09 14:33:57   AMED - Çalakiya xwendekarên Fakulteya Hiqûqê berdewam dike. Xwendekaran bang li rektoriyê kir û gotin, “Bila komîsyon biryara xwe heta roja înê diyar bike.”    Çalakiya xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bi boneya guhertina avahiya fakulteyê di roja 10’emîn de berdewam dike. Ji gelek fakulteyên din jî xwendekar hatin gel hev û piştevanya xwendekarên hiqûqê kirin. Di çalakiyê de dovîz hildan, pankarta ku cumleya “Kesên xwedî li mîrateya xwe ya dîrokî dernekeve, dê nikaribe siberojeke ewle ava bike” ya Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku hat qetilkirin li serê nivîsandî hat vekirin. Her wiha stranan dirûşm berz kirin û stran gotin.    ‘PIRSGIRÊK TENÊ NE YA ME YE’    Xwendekaran di çalakiya îro de anîn ziman ku ew bi îrade û israr dîsa li vir in û êdî ev pirsgirêke ne tenê ya Fakulteya Hiqûqê ye, ya tevahî zanîngehê ye. Xwendekaran diyar kir ku ew tiştekî bêhiqûqî nakin û ew daxwaza gava ku biryarek tê girtin bila fikir û ramana wan jî bigirin dikin. Xwendekaran pirsa ‘çima ew vê yekê dixwazin’ bersivandin û wiha gotin: “Zanîngeh cihên demokratîk û xweser in, her wiha heke di zanîngehê de biryarek were dayîn, pêwiste fikra bê girtin û em xwendekar jî kirdeyekî vî zanîngehê ne û divê ji me jî bê pirsîn. Ekolojî, daristan û darên me tên talankirin û em vê yekê jî qebûl nakin.”   Xwendekaran biryara “dê komîsyon ji bo biryarê dîsa kom bibe” ku duh di hevdîtinê de hatibû dayîn bi bîr xistin. Xwendekaran diyar kir ku heta roja înê bila biryarekê bidin wan ku ew jî li gorî vê siberoja çalakiya xwe diyar bikin.