Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin 2022-11-09 16:08:31 AMED - Gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna endamê HPG'ê Ramazan Temîz a li gundê Elwendî yê navçeya Xana Axpar a Amedê hatiye danîn, kirin.   Endamê Hezên Parastina Gel (HPG) Nûman Amed (Ramazan Temîz) ku di encama êrişên dewleta tirk de di 15’ê tebaxê 2022’yan de li herêma Zapê ya Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Temîz li gundê Elwendî yê Xana Axpar (Çinar) a Amedê di mala şînê ya gund şîn danî. Endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya 78'an û Rexistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê bi girseyî çûn serdana şînê. Girse ji bo sersaxiya malbatê bi konvoyê ketin nava gund û dû re derbasî mala şîne ya gund bûn.    BERTEK NÎŞANÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ HAT DAYİN   Di şîne de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê Hevserokê MEBYA- DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî. Karadag di axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Herêmê Kurdistana Federe û çekên kîmyewî ku dewleta tirk bi kar tîne û wiha got: “Çekên kîmyewî û hemû teknolojiyan li dijî gelê kurd bi kar tînin. Lê li dijî wan êrişan berxwedan jî heye. Îro roja yekitî û biratiya gelê kurd e. Lê PDK û malbata Barzanî ku qaşo ji xwe re dibêjin em kurd in, hevkariyê bi dewleta tirk re dikin û ev şer jî bi destê Barzanî tê meşandin.”   Girseyê sersaxî ji malbatê re xwest û ji gund vegeriyan.