ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-10 09:00:09     * Birayên hev Firat û Emrah Nebîoglû yên girtî, yek jê ji sedî 94 astengdar û yek jê jî girêdayî diyalîzê ye. Ap Emîn Şahîn ku dixwaze gurçikeke xwe bide Firat, diyar kir ku ji bo  neqlkirina gurçikê serlêdan kirine lê heya niha tu bersiv negirtine.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê,plana îmarê ya ku dê rê li ber betonkirina Bajarê Dîrokî Darayê veke, pesend kir. Bi vê biryarê re dê li derdora bajarê dîrokî otêl û avahî bên çêkirin.   * Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya ku têkildarî Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê axivî, got: "Em ê pratîkeke têkoşînê ya li ser asasê xweparastin û çalak û bihêz derxînin holê."    * Li Wanê di 7 rojan de 4 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Borê, bal kişand ser qetilkirina jinan ku wekî "xwekuştinê" tên nîşandan û got ku nezelalkirina van kuştinan, encama "polîtîkaya jinê" ya desthilatê ye.    * Hat hînbûn ku MÎT, li Dîlokê bi Artêşa Sûriyeya Azad û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye. Di civînan de radestkirina Efrînê û derdora wê hatiye nîqaşkirin ku wê bidin HTŞ'ê.     * Li gundê Rihanî yê navçeya Silopiyayê ku li noqteya sifir a sînor e, çinîna pembû dest pê kir. Malbata Durak ku 45 sal in debara xwe bi pembû dike, da zanîn ku berhema îsal kêm bû û febrîqeyan fiyetek diyar nekir lewma jî nekarîne pembûyê xwe bifiroşin.    * Rêveberiyên girtîgehên Amedê ku 16 rojnamegerên kurd ên di meha hezîranê de hatibûn girtin li wan tên ragirtin hevdîtina rojnamegeran a bi hempîşeyên wan re bi hinceta “lêpirsîna ewlehiyê” asteng kirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 612’an de berdewam dike.    * 10 Ekîm-Der dê di hefteya 73’emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê de ku di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê li dar bixe. (10.04)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amed û Îzmîrê îro jî dê bidome. (11.00-15.00)    * Danişîna doza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan dê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê lidarxistin. (11.00-19.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Mêrdînê dê hevdîtinan bike. (13.30)   * Şaxa Egîtîm Sen a Cizîrê dê têkildarî derbkirina mamosteyekî li pêşiya Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî a Cizîrê daxuyaniyê bide. ( 17.00)