Li Xelatê erdhej 2022-11-10 09:30:51   BEDLÎS - Li navçeya Xelat a Bedlisê bi pileyên 3.9 û 4.2 du erdhej çêbûn.    Îro saet di 06.08’an de li navçeya Xelat a Bedlisê bi pileya 3.9’an erdhej pêk hat. Li gorî daneyên AFAD’ê; erdhej 11 kîlomîtroyan di bin erdê de çêbûye. Di heman demê de saet derdora 08.00’an de jî bi pileya 4.2 erdhejeke din çê çêbû.