Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye 2022-11-10 10:50:10   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî girtina Seroka Konseya Navendê ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û xebatkarên Çapemeniya Azad da û wiha got: “Ev girtin, operasyona tolhildanê ye.”    Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê û bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê berdewam in. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber ku xwest bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin, di 26’ê cotmehê de hat girtin. Demekî kin piştre di 29’ê cotmehê de jî 9 rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatin girtin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî girtina Fîncanci û xebatkarên Çapemeniya Azad bi ajansa me re axivî.    ‘DÊ DMME TIRKIYEYÊ MEHKÛM BIKE’   Eren Keskîn, da zanîn ku girtina Fîncanci binpêkirina makeqanûnê û peymanên navneteweyî ye û wiha got: “Di xalên 9 û 10’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) mafê azadiya xweîfadekirinê destnîşan dike. Tirkiye jî aliyekî vê peymanê ye. Nikare kesên weke Şebnemê bigire. Anku girtina wê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Jixwe Tirkiye bi vê sedemê gelek caran ji hêla DMME’yê ve hatiye mehkûmkirin. Doza Şebnemê dê bibe yek ji van dozan û Tirkiye dê dîsa were mehkûmkirin. Rewşa akademîsyenên danezana ‘em nabin şirîkê vî sûc î’ weşandin û derheqê wan de doz hatine vekirin û ya Fîncanci heman e. Wan ji bo Sûr û Cizîrê ev daxuyanî dabûn. Lewma ji kar hatin derxistin û girtin. Lê piştre AYM’ê ji bo girtina wan got; ‘binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye.’ Li gel ku gotinên Şebnemê ji yên akademîsyenan siviktir bûn jî hate girtin. Ev, operasyoneke tolhildanê ya li dijî Şebnemê û TTB’ê ye. Demek berê çûm serdana Şebnemê. Xwedî heman sekna berxwedêr û xurt bû. Ev sekn, hêviyê dide me.”    OPERASYONA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD   Bi domdarî Keskîn bal kişand ser girtina rojnamegeran û ev tişt anî ziman: “Her tim li ser Çapemeniya Azad zext heye. Hevalên me girtî ne lê rojnamegerên weke Mûsa Anter hatin qetilkirin. Heman kevneşopî didome. Ev kevneşopî bi taybet jî binpêkirinên li Kurdistanê vedibêje. Tiştên ku kesek nanivîsîne, dinivîsîne. Lewma her tim zext li ser heye. Hêj îdianameyên rojnamegerên di 16’ê hezîranê de hatine girtin jî amade nekirine. Ev yek, binpêkirina hiqûqê ye. Bêyî ku bizanin bê ka bi çi tên tawanbarkirin, bi mehan girtî ne. Operasyonên dema dawî de jî heman operasyona e. Şebnem zêdetir tê naskirin lewma her tim ew tê axaftin. Lê divê em li ser hevalên rojnameger jî biaxivin.  Ji ber ku rojnamegerî tê darizandin.”   ‘KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD DÊ HER TIM BIDOME’   Keskîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ji xwe re dibêjin muxalîf, ‘mexdûran hildibijêrin.’ Weke mînak, kemalîst tenê dema tiştek bi wan dibe dengê xwe dikin. Ji bo bersûcên Ergenekon û fermandaran gelek eleqe nîşan dan lê ji bo rojnameger, rewşenbîr û nivîskaran dengê xwe nakin. Lê divê li dijî hemû binpêkirinan bi heman awayî dengê xwe derxînin. Çapemeniya Azad dê tu carî bêdeng nemîne. Heke îro qala hinek peymanên mafên mirovan ên navneteweyî were kirin, heke hinek maf hatibin mayîndekirin û heke hêj niha jî hinek derdor di hiqûqê de ji bo hinek nirxan rêz bigirin, ev bi saya rojnamegeriya serbixwe ye. Lewma jî Çapemeniya Azad dê her tim hebûna xwe bidomîne. Heke ew biçin dê yên nû bên şûna wan. Demekê Ozgur Gundem hebû. Gelek rojnameger hatin qetilkirin lê yên nû hatin cihê wan. Karê rojnamegerên hatine girtin jî hevalên wan dikin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad her tim didome.”