Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin 2022-11-10 11:44:28   ENQERE - 10 Ekîm-Der’ê bi boneya meha 85’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ku 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya Garê daxuyanî da û wiha got: “Em ê alaya kesên jiyana xwe ji dest dane li ba bikin û nehêlin bikeve.”    Di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê ya li dijî hêzên Ked û Demokrasiyê ya li Gara Enqereyê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi boneya 85’emîn a Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê, li pêşiya Garê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Daxuyanî ji hêla Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm)  ve hat dayîn û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê jî amade bû. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn li ser, hate vekirin. Her wiha beşdaran dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin”, “Dê roj were û kujer hesabê bidin gel” , “ Kujer DAIŞ, hevkar AKP” û “Na ji şer re demildest aştî” hatin berzkirin. Ji bo 104 kesên jiyana xwe ji dest dayîn rêz hat girtin û piştre jî Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî Coşgun daxuyanî xwend.    ‘TÊKOŞÎNA ME YA EDALETÊ DIDOME’   Coşgun, got ku di meha 85’emîn de dîsa hatine pêşiya Gara Enqereyê û ev tişt anî ziman: “Malbatên qurbaniyan û parastvanên mafên mirovan di vê pêvajoyê de hatin astengkirin. Lê tevî astengkirinan jî me têkoşîna xwe domand. Me hêviya xwe winda nekiriye û bi israr dibêjin ku derdê me edalet e. Malbatan dev ji daxwaza edaletê bernedan. Di nava van 7 salan de me destkeftiyên mezin bi destxistin û dê di sala 8’an de bi biryardariyeke mezintir pêş bikevin. Têkoşîna me ya edaletê didome.”   Bi domdarî Coşgun anî ziman ku têkoşîna wan a ji bo edaletê li edliyeyan didome û wiha got: “Piştî ku Dadgeha Bilind biryar xera kirî, li pêşiya me danişînên provakatîftir hene. Em dibînin ku bersûc bela xwe li kesên jiyana xwe ji dest dane didin. Tu dosyayên ku qaşo hatine girtin dê bi xwe re edaletê neyînin. Em dibînin ku dosyayên hatine girtin dîsa tên vekirin. Em ê alaya kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane li ba bikin û nehêlin bikeve erdê. Soza me ye ku em ê wan nedin jibîrkirin. Heta ku em nebêjin qediya dê neqede. Em ê di 27’ê kanûnê de li danişînê amade bin.”    ‘SEDEMA KOMKUJIYAN POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YE’   Piştre jî Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû axivî û got ku dê ev êş tu carî neyên jibîrkirin. Sînemîllîoglû, da zanîn ku divê hêzên xwe bikin yek û serhildana xwe mezintir bikin. Sînemîllîoglû axaftina xwe wiha qedand: “Kesên Komkujiya 10’ê Cotmehê pêk anîn dê teqez bên darizandin. Sedema van komkujiyan, polîtîkaya necezakirinê ye.”