Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin 2022-11-10 12:01:41   ENQERE - Derheqê Hevserokê Giştî yê Berê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta parvekirina “bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” doz hat vekirin.    Koma Parastina Demîrtaş da zanîn ku derheqê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş de dozeke nû hatiye vekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku doz, ji ber peyama Demîrtaş a ku di 19’ê cotmeha 2022’yan de li ser hesaba xwe ya şexsî ya Twîtterê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî parve kirî, hatiye vekirin.    DOZA TAZMÎNATA MANEWΠ   Hat ragihandin ku Wezareta Parastinê bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “biçûkxistina sazî û dezgehên dewletê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da ye û li ser vê yekê jî derheqê Demîrtaş de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Koma Parastina Demîrtaş bi domdarî ev agahî dan: “Bi hinceta ‘êrişa li dijî rûmet û rêzbariya TSK’ê’ doza tazmînata manewî ya 100 hezar lîreyan hatiye vekirin. Gotinên birêz Demîrtaş, dikeve ber mafê azadiya xweîfadekirinê. Gotinên ku weke sûc tên nîşandan, sûc nînin. Lewma jî tu eleqeya doza hatiye vekirin û serlêdana sûc bi hiqûq û aqil re nîne. Em ê dev ji parastina birêz Demîrtaş bernedin.”