Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî 2022-11-10 14:59:36   WAN - Endamê Meclisa Giştî ya HDP’a Agiriyê Mehmet Bîrdal û ajokarên TIR’an Farûk Cansever û Mahmût Kandemîr li Girtîgeha Makuyê dest bi rojiya mirinê kiribûn. Ji bo ku girtî nekarin bi derve peywendiyan deynin, xistin hucreyên yekkesî.    Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Mehmet Bîrdal ku ji bo bazirganiyê çûbû Îranê û ajokarên TIR’an Farûk Cansever û Mahmût Kandemîr dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Çalakiya wan di roja 10’an de didome.    Her sêyan jî dan zanîn ku bi awayekî derhiqûqî hatine girtin û li dijî binpêkirinên li girtîgehê, di 1’ê mijdarê de lêvên xwe dirûtin û dest bi rojiya mirinê kirin. Hat ragihandin ku her sê girtî jî li girtîgehê rastî binpêkirinên giran tên.    XISTIN HUCREYÊN YEKKESÎ   Rêveberiya girtîgehê nahêle ku girtî peywendiyan bi derve deynin û rojek piştî roja ku dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin, her yek ji wan xistine hucreyeke yekkesî. Hat ragihandin ku rewşa girtiyan her ku diçe xerabtir dibe û ji girtiyan Bîrdal û Kandemîr nikarin rabin ser pêyan.    ÇI BÛBÛ?    Mehmet Bîrdal, 15 meh berê ji bo bazirganiyê çûbû Îranê û ji hêla polîsên rejîmê ve hatibû binçavkirin. Rejîmê, bi îdiayên “Endamtiya PKK û PJAK’ê”, “alîkarîdayîna PKK’ê”, “Hevkariya bi komên dijmin re”, “propagandaya rêxistinê” û “Gefa li dijî  ewlekariya neteweyî” 16 sal cezayê hefsê da Bîrdal.     Di heman demê de Mahmût Kandemîr jî li ser sînor bi hinceta ku benikên emeliyatê di TIR’a wî de hatine dîtin, 6 meh cezayê hefsê û 5 milyar û 216 milyon (nêzî 16 milyon TL) jî cezayê pereyan lê hat birîn. Faruk Cansever jî bi heman hincetê hate girtin û nêzî 3 milyon û 500 hezar TL cezayê pereyan lê hat birîn.    Girtiyan li dijî binpêkirinên rêveberiya girtîgehê, di 1’ê mijdarê de devên xwe dirûn û dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin.