ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-11 09:00:01     * Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan xwest ku bertekên demokratîk ên li dijî tecrîdê bên xurtkirin û got: "Dibe ku sibe bi derengî bikeve."    * Cotkarên ku li Pirsûsê pembû danîne, diyar kirin ku pembûyê wan bi 11-12 lîreyî jî naçe û gotin: "Ger wiha bidome em ê dest ji cotkariyê berdin."    * Hevserokê TÛAY-DER’ê Mehmet Gunduz destnîşan kir ku ger tecrîd bê rakirin, dê aloziyên li Tirkiyeyê jî bên çareserkirin û şer bi dawî bibe û wiha got ku lewma ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fizikî ya Ocalan jî pêk bê.   * Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş destnîşan kir ku bi têlên hesin girtina paceyên hucreyên yekkesî yên Girtîgeha Dûmlûyê binpêkirineke giran a mafê mirovan e û wiha got: "Armanca vê pêkanînê rûxandina cîhana hundirîn a girtiyan e."    * Şanoger Mahsûm Saglam anî ziman ku ew bi şanoyê zimanê xwe yê zikmakî bi ruh û can dikin û ji bo beşdarbûna atolyeya şanoyê ya ku dê li dar bixin bang li her kesî kir.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin dê roja 613’emîn de berdewam bike.    * Çalakiya xwendekarên Fakulteya Hiqûqê yên Zanîngeha Dîcleyê têkildarî veguhestina fakulteya xwe dane destpêkirin dê di roja 12’emîn de berdewam bike. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, wê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan jî wê li Erdexanê hin serdanan bike. (11.00-13.00)   * TMMOB dê têkildarî roja 200’emîn a Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê li Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.00)