Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve 2022-11-11 09:03:50 RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan xwest ku bertekên demokratîk ên li dijî tecrîdê bên xurtkirin û got: "Dibe ku sibe bi derengî bikeve."    Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bê bersiv tên hiştin. Herî dawî jî derket holê ku cardin 6 mehan cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Mehmet Ocalan, birayê Abdullah Ocalan ku di 25'ê Adarê de bi telefonê bi birayê xwe re axivîbû, nerazîbûna xwe ya ji bo redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinan û tecrîda mutleq da.    'BILA DEWLET LI GORÎ HIQÛQA XWE TEVBIGERE'   Mehmet Ocalan diyar kir ku astengkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê ji tecrîdê wêdetir e û got ku li tu devera cîhanê tiştekî wiha tune ye. Ocalan destnîşan kir ku tiştên tên pêkanîn binpêkirineke mafan a giran e û wiha pê de çû: "Dibe ku dewlet bi çavê dijminan lê mêze bike, lê li gorî hiqûqê heqên wî hene. Mafê van mirovên li giravê heye ku hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bikin. Du sal û nîv in hevdîtin tên astengkirin. Ev ne tecrîd e. Tecrîd heyamekê tê kirin. Lê ev 24 sal in wiha ye. Mafên Ocalan ên polîtîk, mirovî û hiqûqî hene. Dewlet çi qasî li gorî qanûn û hiqûqa xwe tevdigere? Ev nayê qebûlkirin. Ji sala 2015'an heya niha qedexeyên gelek mezin hene. Çewisandinên gelekî mezin hene. Em nizanin bê derheqê serok û hevalên wî de çi hene. Em tu xeberê ji wan nagirin. Hikûmet û dewlet rêzê li qanûnên xwe nagirin."    CEZAYÊN 'ÇÊKIRÎ'   Mehmet Ocalan, bal kişand ser qedexekirina hevdîtinê ya heya 6 mehan û ev tişt gotin: "Cezayên dîsîplînê, qoster filan bêvan ev cezayên çêkirî ne. Serok û kesên li cem wî hemû jî mirovên biaqil in, em vê ji pratîka wan dizanin. Li orta behrê, di nava çar dîwaran de çi sûc kirine ku 6 meh ceza li wan hatiye birîn? Ev dûrî aqilan e." Ocalan, bi lêv kir ku gava cezayek bê birîn divê hinceta wê jî bê diyarkirin û wiha got: "Ger hûn ê tiştekî bikin, eşkere bikin. Bi awayekî çêkirî nekin, eşkere bibêjin 'em destûra hevdîtinê nadin, me hevdîtinên bi wan re asteng kirin.' Gava hûn bibêjin 'em ê meseleya kurdî çareser nekin, em ê nehêlin kes hevdîtinê bi başkan re bike' dê wijdan vê yekê qebûl bike; lê gava li holê tu tişt tune be û tu rabî van qedexeyan deynî, dê kes jê bawer neke."    'ÇARESERÎ OCALAN E'   Mehmet Ocalan, ji bo serlêdana hevdîtina bi Ocalan re kirine spasiyên xwe pêşkeşî parêzeran kir û bang kir ku divê destûr bê dayîn parêzvanên mafên mirovan û parêzer karibin hevdîtinê bikin. Ocalan axaftina xwe wiha domand: "Gava şandeyeke parêzeran biçe hevdîtinê bike, qey dê qiyamet rabe?" Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê meseleya kurdî bê çareserkirin û got ku ji bo vê jî divê parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin.    Ocalan wiha got: "Em dixwazin meseleya kurd tavilê bê çareserkirin. Gel û dewlet baş dizane çareserkirina vê meseleyê di destê kê de ye. Demildest divê deriyên Girava Îmraliyê li ber malbatê û parêzeran bên vekirin."    BANGAWAZÎ   Mehmet Ocalan di dawiyê de destnîşan kir ku rêya çareserkirina pirsgirêkên girîng Îmralî ye û wiha bang kir: "Ger em îro xwedî li Abdullah Ocalan dernekevin, dibe ku sibê pir bi derengî bikeve. Ger çareseriyek çêbibe jî demildest divê nerazîbûnên demokratîk bên nîşandan. Divê em bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Gel divê dakeve kolanan û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Li Ewropa, Tirkiye û Îranê li ku derê dibe bila bibe ferq nake divê her kes bertek nîşan bide. Ji lew re qanûnên Tirkiyeyê li gorî bertekan dixebitin. Em bertekên demokratîk bi awayekî xurt nîşan bidin. Ger em niha nîşan nedin dibe ku sibe bi derengî bikeve."    MA / Mujdat Can