'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê' 2022-11-11 09:05:21 AMED - Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Gunduz destnîşan kir ku ger tecrîd bê rakirin, dê aloziyên li Tirkiyeyê jî bên çareserkirin û şer bi dawî bibe û got ku lewma ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fizikî ya Ocalan jî pêk bê.   Rêberê PKK Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe li çar parçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin. Lê tevî vê yekê jî tecrîda li ser Ocalan bi awayekî dijhiqûqî û girankirî berdewam dike. Her wiha tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li civakê û hemû girtîgehan belav bûye.    Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmet Gunduz anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kurd tenê bi muzakeraya bi Ocalan re pêkan e û got ku ev tecrîd dê bibe sedema têkçûyina desthilata AKP-MHP'ê.    Gunduz diyar kir ku dewlet ji ber ku ji fikir û ramanên Ocalan ditirsê tecrîdê giran dike û ev tişt anîn ziman: “Fikir û ramanên Serokatî li hemû dinyayê tên nîqaşkirin lê li Tirkiyeyê bi hincetên cuda hevdîtin tên qedexekirin û tecrîd heye. Heke li gor felsefeya Serokatî tevbigerin, gelên Tirkiyeyê jî wê azad bibin. Ji ber vê divê tecrîd bê rakirin û dîsa rêya muzakereyê vebe. Ji ber ku muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd tenê Serokatî ye. Heke AKP-MHP tecrîdê bi dawî neke û pirsgirekan bi muzakereyê çareser neke dê têk biçin.”    ‘EM HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN’   Bi domdarî Gunduz bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliye li hemû girtîgehan û civakê belav bûye û wiha axivî: “Tecrîda li ser Serokatî belavî hemû girtîgehan û civakê dibe. Her tim bi hinceta cezayê disiplînê hevdîtin a bi Serokatî re tê qedexekirin. Anku ji ber çi cezayê disiplînê didin nayê zanîn. Divê hem gelê kurd hem jî gelê tirk tecrîda li ser Serokatî qebûl neke. Ji ber ku tecrîd bandorê li hemû civakê dike. Ew şerê heyî tenê bi gotineke Serokatî dikare bê sekinandin. Tecrîd li ser jiyana girtiyan jî tê xuyakirin. Ne tenê girtî, li ser jiyana me hemûyan bandora tecrîdê heye. Îro li her milî ve gel di lêgerîna edaletê de ye. Malbatên girtiyan bi mebesta girtiyên nexweş bên berdan û bêhiqûqiya li girtîgehan bi dawî bibe, ev salek e ku heftê sê rojan di bin baran û sermayê de di çalakiya edaletê de ne. Heke îro tecrîd tune bûna û hiqûq pêk bihata, ew dayik jî dê daneketana kolanan. Girtiyên ku 30 sal di girtîgehê de ne û cezayê wan qeduyaye jî poşmanîtî li wan tê ferzkirin. Anku hiqûq hatiye asteke wisa.”    BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER ŞER Û KRÎZAN   Gunduz di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku şer, krîza aborî û civakî jî girêdayî tecrîda li ser Ocalan e û wiha pê de çû: “Tecrîd bandorê li hemû gelê kurd dike. Bikaranîna çekên kîmyewî, şer, krîza aborî û civakî jî bi tecrîdê ve giredayiye. Di dema pevajoya çareseriyê de hem çavê gelê kurd hem yê gelê Tirkiyeyê û cîhanê li Îmraliyê bû. Ji ber tecrîda giran a li ser Ocalan, di zindanan de gelek kes ketin greva birçîbûne û piştî ku nameya Serokatî hat xwendin li hemû zindanan greva birçîbûnê bi dawî bû. Faşîzma AKP-MHP'ê  hiqûqa xwe jî binpê dike. Tecrîda li ser Serokatî meriv nikare wê bi hiqûqê pênase bike. Mafê hemû kesî heye ku hevdîtinê bi malbata xwe re û parêzerên xwe re bikin, lê ew maf li Serokatî hatiye qedexekirin.”   ‘DIVÊ AZADIYA SEROKATÎ YA FIZIKÎ PÊK WERE’   Gunduz destnîşan kir ku ne tenê rakirina tecrîdê divê azadiya fizikî ya Ocalan jî pêk were û dirêjî da axaftina xwe: "Ne tenê rakirina tecrîdê divê azadiya fizikî ya Serokatî jî pêk were. Anku mafê Serokatî jî heye ku bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike lê ew maf tê binpêkirin. Heke ev tecrîd bê rakirin, dê aloziyên Tirkiyeyê jî bên çareserkirin û ev şer jî dê bê rawestandin. Hiqûq dê sibe ji wan re jî pewîst be. Ji salên berê dadgerên ku ceza li kurdan birîn, kesên ku zilm li kurdan dikirin, îro hemû ji ber endamtiya FETO'yê di girtîgehê de ne. Divê tirk jî aştiyê bixwazin, dayikên wan jî doza aştiyê bikin. Anku zarokên feqîran kom dikin dişînin şer û li wir jiyana xwe jî dest didin. Ew şer jî bi tecrîdê ve giredayiye. Anku banga me jî ev e ku bila êdî dev ji van polîtîkayên qirêjî berdin û ev tecrîd bi dawî bibe. Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe, bi muzakereyê çareser dibe. Yê ku muzakereyê bike jî tenê Serokatî ye, wekî din tu kesek nikare pirsgirêka kurd çareser bike.”    ‘PARTIYÊN MUXALIF TU HEVIYÊ NADIN’   Di berdewama axaftina xwe de Gunduz sekna partiyên muxalîf a li dijî tecrîde jî rexnekir û ev tişt anî ziman: "Dema ku em bi malbatên girtiyan re çûn Enqereyê jî me helwesta partiyên muxalîf dît, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd  tu bernameyên wan tune bûn. Anku meriv gava li xebatên wan dinêre, weke ku tu pirsgirêkeke kurdan tune ye. Anku tenê derdê wan desthilat e, ew jî dizanin HDP piştgirî nede nikarin bibin deshilat. Lê dîsa jî nikarin bi aşkera hevdîtinê bi HDP'ê re bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu heviyekê nadin. Anku hê jî dibêjin berê girtiyan nedikarî di girtîgehê de kurdî biaxive, lê niha diaxivin. Anku hê jî di wê aste de ne, pêş neketine. CHP ew qas xwe bi demokratiyê bi nav dike, lê wan randevû jî nedan malbatên girtiyan jî. Ev mehek e ku meclis vebûye lê di rojeva partiyên siyasî de tecrîd tune ye."    BANGAWAZÎ   Gunduz di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê gel û sazî hîn bêtir gel û sazî di nava hewldanan de bin. Gunduz wiha bang li gel, sazî û partiyan kir: “Ji bo tecrîd bê rakirin li her derê çalakiyên cur bi cur tên li darxistin, lê çalaki tenê têr nakin. Ji ber vê banga me li hemû sazî û partiyan ew e ku bi yekdengî doza azadiya fizikî ya Serokatî bikin. Serokatî gelek ked û berdil daye vî gelî, ji ber vê divê gel jî xwedî lê derkeve.”   MA / Mahmut Altintaş