Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe 2022-11-12 09:02:25 WAN - Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Mûtlûyê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye, her ku diçe xirabtir dibe. Mûtlûyê ku 25 sal in girtiye nikare bi tena serê xwe bijî. Dêya wî Emîş Mûtlû ku 9 sal in nikare biçe kurê xwe bibîne got: "Ne pêkan e li wir bijî. Wî berdin."    Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Mûtlûyê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye, her ku diçe xirabtir dibe. Mûtlû nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê re şandiye û tê de behsa rewşa xwe kiriye.    Mûtlû di nameya xwe de destnîşan kiriye ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye û her ku diçe girantir dibe. Mûtlû diyar kiriye ku niha bi dermanan tedawî dibe û ev tişt gotine: "Li gel nexweşînên ji ber şert û mercên girtîgehê, nexweşîna şîzofreniyê û ya dil jî bi min re heye. 20 sal in li girtîgehê li hember vê nexweşînê têdikoşim. Bes bi derman û derziyên giran dikarim karê xwe bikim, lê pir nikarim. Bêyî kesekî ez nikarim van tiştan jî bikim. Ez tenê li girtîgehê bi dermanan tedawî dibim. 20 sal in bênavber van dermanan dixwim. Di vî 20 salî de salek û 6 mehan li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Xarpêtê mam. Her wiha bi mehan li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û Nexweşxaneya Bakirkoyê mam, lê nîşaneya saxbûnê girêdayî bikaranîna dermanan e. Gava derman diqedin, ancax piştî çend mehan tînin. Gava dermanan nexwim, ez nikarim tiştekî jî bikim. Nikarim rakevim, xwe paqij bikim, xwarinê bixwim û biaxivim."   ŞERTÊN GIRTÎGEHÊ NEXWEŞÎNÊ GIRANTIR DIKE   Mûtlû di nameya xwe de diyar kiriye ku girtîgeh ji bo nexweşîna wî nebaş e û wiha gotiye: "Şîzofrenî bes bi rêbazekê nayê çareserkirin. Beriya her tiştî pêşî divê pêşî li ber jiyaneke li cihekî azad bê vekirin. Bi dermanan çareser dibe, lê girtîgeh ne li gorî van şert û mercan e. Ji ber van şertan pêwendiya min bi cîhana rastîn re qut dibe. Ev jî dibe cihê pirsgirêkan ji b hevalên min ên qawîşê. Cîhana min cuda ye, ya rastîn cuda ye. Şert û mercên girtîgehê nexweşîna şîzofreniyê girantir dikin. Gelek caran li cem heyetên saziyên girêdayî Wezareta Dadê û heyetên saziyên serbixwe muayene bûme. Herî dawî min birin ATK'ê, lê hê jî encam nehatine teblîxkirin. Di piraniya hevdîtinên din de jî biryara berdanê hat dayîn, lê ji ber sûcên katalogî nehatim berdan."     Mûtlû bilêv kiriye ku malbata wî li Amedê ye, lê bi salan e hevdîtin nekiriye û gotiye ku yên nameyên wî dinivîse jî hevalê wî Yakûp Tûrgût e ku alîkariya wî dike.    DAYIK MÛTLÛ: BILA BÊ BERDAN   Dayik Emîş Mûtlûyê jî anî ziman ku kurê wê tim sirgûnî girtîgehên cuda hatiye kirin û 9 sal in kurê xwe nedîtiye. Dayik Mûtlûyê wiha axivî: "Gelek nexweşînên min hene, lewma nikarim biçim kurê xwe bibînim. Gelek nexweşînên kurê min jî hene. Bila hemû girtiyên nexweş û kurê min bên berdan. Ne pêkan e li wir bijî. Herî dawî me di 6'ê Mijdarê de bi telefonê bi hev re xeber da. Got, 'rewşa min xirab e.' Kurê min 25 sal in belesebeb girtiye. Ji ber ku nexweşînên wî yên giran hene divê bê berdan."