ÎHD: Ozdemîr ê 4 caran krîza dil derbas kir bila bê berdan 2022-11-12 15:34:55   STENBOL - ÎHD’ê di Rûniştina F ya vê hefteyê de xwest ku girtiyê nexweşê giran Sadî Ozdemîr ê 4 caran krîza dil derbas kir bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 555’yemîn çalakiya Rûniştina F a her hefte li dar dixin, li ber avahiya şaxa xwe pêk anî. ÎHD’ê vê hefteyê di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşê giran ê 74 salî Sadî Ozdemîr ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankartên “Bila girtiyê nexweş Sadî Ozdemîr bê berdan” û “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin vekirin de her tim dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin berzkirin. Di daxuyaniya ku gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li bûyî de ji Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn axivî.    4 CARAN KRÎZA DIL DERBAS KIR   Acettîn, da zanîn ku nexweşiya dil bi girtiyê nexweşê giran Sadî Ozdemîr re heye, ji sedî 98 rapora wî ya astengdariyê heye û tevî vê bêyî ku bê berdan şandine girtîgehê û li wir 4 caran krîza dil derbas kiriye. Acettîn, diyar kir ku Ozdemîr bêyî ku were girtin ji ber derbaskirina krîza dil emeliyat bûye û pîlê dil xistinê.   ‘DIVÊ TEDAWÎ NEYÊ DERENGXISTIN’   Acettîn, diyar kir ku ji bo Ozdemîr sax bimîne divê xwedî parêzeke hevseng be, li derve meşq bike, li cihekî dûrî stresê bijî û anî ziman ku divê tedawiya wî dereng neyê xistin.    GOTINA WEZÎRÊ EDALETÊ BI BÎR XIST    Acettîn, ji bo Ozdemîr û hemû girtiyên nexweş bên berdan, ji bo xwe gihandina mafê tenduristiyê bang li rayedaran kir û wiha berdewam kir: “Em careke din soza Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag a têkildarî girtiyên nexweş tînin bîra wî.”   ‘EM DEWLETA HIQÛQÊ DIXWAZIN’    Birayê Ozdemîr ê bijîşk Şadî Ozdemîr jî rewşa tenduristiya kekê xwe ji aliyê tibbî ve nirxand û wiha got: “Ji bo ku girtî bimîne tu sedem nînin. Heke sûcekî arasteyî wî bikin hebe jî ne di wê rewşê de ye ku delîlên sûc ji holê rake. 5 meh in girtî ye hêj îdianame jî nehatiye amadekirin. Em nizanin bi kîjan sûcî tê sûcdarkirin. Em dewleta hiqûqê dixwazin. Ev ne rewşeke hiqûqî ye.”