Hevşaredar Dîken a qeyûm tayînî şûna wê kirin: Vîna gelê kurd dê ser bikeve 2022-11-12 16:24:54   AMED - Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, di salvegera qeyûmên tayînî şaredariyên Yenîşehîr û Hezroyê hatin kirin de axivî, wiha got: "Bila desthilat baş bizani be ku gelê kurd û HDP, dê li dijî van berxwedan û tekoşîna xwe bidomîne û destkeftiyên xwe biparêze. Îradeya gelê kurd dê serbikeve."   Lijneya Bajêr a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî salvegera tayînkirina qeyûmên li Şaredariya Yenîşehîr û Hezroyê yên Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li ber deriyê avahiya navçeya HDP'a Yenîşehira Amedê de hate dayîn, pankarta “Qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e” hat vekirin. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan, Hevşaredarên Yenîşehîr û Hezroyê ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin Belgîn Dîken, Ahmet Çevîk û endam û rêveberên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tev li daxuyaniyê bûn.    ‘QEYÛMAN GELEK ZIRAR DAN ŞAREDARIYAN’   Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê HDP'a Amedê Zeyad Ceylan axivî. Ceylan, diyar kir kir ku desthilata AKP'ê û MHP'ê nikarîbû îradeya gelê ku deng dide HDP’ê bişikîne, di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê kirin. Ceylan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Qeyûman di 3-4 salan de gelek tehrîbat û zirarên mezin dan şaredariyan û sazî û dezgehên gel. Qeyûm, hişmendiya 'Şark Islahat' anîn bîra me. Di hilbijartinên xwecihî de desthilat dîsa têk çû. Lê dîsa bi darê zorê û zora dewletê qeyûm avêtin ser şaredariyan. Qeyûmê 2’an jî heman tişt kirin û êriş li çand, ziman, huner û hebûna me kir. Bajar talan û wêran kirin. Gel ew teşîr kirin û niha tû meşrûiyeta AKP-MHP’ê nemaye.”   ‘NUNERÊN QESRÊ QEYÛM ŞAREDARÎ XISTINE BIN DEYNEKÎ PIR MEZIN’   Piştî Zeyad Ceylan daxuyanî Hevşaredara Yenîşehîra Amedê Belgîn Dîken xwend. Dîken da zanîn ku di 31’ê adara 2019’yan de gelê Amedê dîsa îradeya xwe daye nîşandayîn û navenda Amedê jî di nav de ji 18 şaredariyan 15 şaredarî HDP bi dest xistin. Dîken bi bîr xist ku bi qeyûmê duyemîn, îradeya gel dîsa hatiye binpêkirin. Dîken bi domdarî wiha got: “Di 12’yê mijdara 2019’yan de qeyûm tayînî şaredariyên me yên Hezro û Yenîşehîrê kirin. Di tayînkirina qeyûman de hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û gelek endamên me hatin binçavkirin û girtin. Qeyûmên ku Nunerên Qesrê ne, şaredarî xistine bin deynekî pir mezin û tevahî amûrên şaredariyê derxistine firotinê. Tenê bi talana ekolojîk neman, gelek sazî û dezgehên çand, ziman û hunera kurdî jî dan girtin. Rejîma faşîst, bi polîtîkayên xwe yên şer û tûndiyê welat xist nava krîz û kaosê. Lê bila rejîm baş bizani be ku gelê kurd û HDP, dê li dijî wan berxwedan û tekoşîna xwe berdewam bike û destkeftiyên xwe biparêze. Îradeya gelê kurd dê serbikeve.”   HevşaredarêHezroyê ku qeyûm tayînî şûna wî hate kirin Ahmet Çevîk jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: "Îro sê saliya tayînkirina qeyûman e. Di van sê salan de gelek texrîbat li Hazroyê hatiye kirin. Ev texrîbat nayên qebûl kirin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.