Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin 2022-11-13 09:57:45   AMED – Parêzer Mesût Beştaş diyar kir ku dixwazin bi rêya tecrîdê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin û wiha got: “Ev mijar, mijareke civakî ye û li gorî min dikare bi awayekî civakî bê çareserkirin.”    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin ev 19 meh in tu agahî nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de û malbatê jî herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi Ocalan re li ser telefonê hevdîtin kir. Heta niha 203 serlêdanên parêzeran û 72 serlêdanên malbat û wasiyê Ocalan ên ji bo hevdîtinê bêbersiv hatine hiştin. Daxwazên hevdîtinê heta niha bi hincetên weke “Keştî xera bûye” û “rewşa hewa” dihatin astengkirin. Ji 20’ê tîrmeha 2016’an heta niha ku Rewşa Awarte (OHAL) hatibû ragihandin jî her 6 mehan carekî bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan tên astengkirin. Herî dawî di 21’ê cotmehê de cezayê “qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re” ya ji bo 6 mehan li Ocalan hate birîn. Parêzer Mesût Beştaş têkildarî tecrîda girankirî bi ajansa me re axivî.    ‘VEDIGUHERE ÎŞKENCEYÊ’   Beştaş, anî ziman ku ji demên berê heta niha pergala tecrîdê her tim ji bo qutkirina têkiliyên di navbera girtiyên siyasî û civakê de tê bikaranîn û wiha got: “Di serî de pirsgirêka kurd, Ocalan dikare gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Di heman demê de xwedî hêzeke wisa ye ku dikare bandorê li siyaseta rojane bike. Lewma jî tecrîd roj bi roj bêhtir belav dibe. Ev pêvajo ber bi astekî wisa ve çû ku êdî tu agahî ji Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayên girtin. Tu eleqeya tecrîdê ne bi siyasetê û ne jî bi hiqûqê heye. Ev demekî pir dirêje agahî jê nayên girtin û ev rewş ne tenê bo şexsê behsa xeberê lê ji bo beşeke mezin a civakê jî vediguhere îşkenceyê.”     DIXWAZIN OCALAN JI CIVAKÊ QUT BIKIN’   Bi domdarî Beştaş bal kişand ser “cezayên disiplînê” yên li pey hev li Ocalan tên birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelo kesekê bi tena serê xwe dimîne dê tiştekî çawa bike ku cezayê disiplînê lê were birîn? Bêguman ev biryar bi awayekî keyfî tên dayîn. Ev biryar, ji hêla rejîma Îmraliyê bi xwe ve tên dayîn. Ji ber ku qeydan ew bi xwe diyar dikin, eleqeya wan bi tu hiqûqan nîne. Rejîmeke wisa li holê ye ku tu qeydan nas nake. Tu bingeha van cezayên disiplînê yên 3 û 6 mehan û astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re nînin. Ji vê armanc ew e ku Ocalan ji civakê qut bikin. Di vê mijarê de desthilatdarî derewên mezin li pey hev dubare dike û hewl dide civakê qaneh bike. Nêzikatiyên wisa nîşan didin ku wezîrê propagandayê yê Naziyan Joseph Goebbels jî lal dimîne.”    ‘BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ ESAS DIGIRIN’   Di berdewamê de Beştaş bi lêv kir ku tecrîd ne di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî di hiqûqa navneteweyî de heye û wiha pê de çû: “Di hiqûqê de cihê tecrîdê nîne. Di mijara bicihanîna biryarên DMME’yê de dewletên têkildar xwe bêdeng dikin. Yên ku hiqûqa navneteweyî pratîze dikin, dewlet in. Bingeha darizandinên DMME’yê xwe dispêre Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye endama wê ye. Hêza ku biryarên DMME’yê bişopîne û bi dewletên têkildar bide kirin jî Konseya Ewropayê ye. Anku dewletên girêdayî konseyê ne. Lê mixabin ku ev dewlet di çarçoveya berjewendiyan de nêzî hev dibin lewma encamek jê dernakeve. Ji ber vê jî tecrîda li Îmraliyê nakeve rojeve Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran.”    ‘MIJAREKE CIVAKÎ YE’   Beştaş, tecrîd weke dramê pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Dikare pêşî li ber vê rewşê were girtin. Divê mijara tecrîdê her tim di rojevê de be. Divê hem ji hêla hiqûqî û hem jî ji hêla siyasetê ve her tim di rojevê de be. A herî girîng jî ew e ku her tim di rojeva civakê de be. Divê em bizanin ku heke tecrîd were rakirin, li Tirkiyeyê dikare nîqaşa demokrasiyê were kirin. Me ev rewş di demên berê de dît. Li gorî min tecrîd mijareke civakî ye û dikare bi awayekî civakî bê çareserkirin.”