Aslan a girtî: Piştî giştînameyê tecrîd giran bû 2022-11-13 09:59:33   MÊRDÎN - Nûrcan Aslan a li Gîrtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê tê ragirtin, destnîşan ku piştî Wezareta Dadê giştîname şand, binpêkirina mafan û sewqkirin zêdetir bûn.     Girtiya bi navê Nûrcan Aslan ku ji Doza Nisêbînê tê darizandin û li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, di hevdîtina li ser telefonê de binpêkirinên li girtîgehê bi malbata xwe re parve kir. Aslan, destnîşan kir ku piştî giştînameya “Wezareta Dadê” şert û mercên tecrîdê hatine girankirin û anî ziman ku dema ku ew sedemên binpêkirinan ji Wezareta Dadê pirsîne jî tu bersiv negirtine.     Aslan, ragihand ku girtî bêsedem têne sewqkirin û ev agahî parve kirin: "Hevalan sirgûnî Kandirayê, Antalyayê û Kayseriyê dikin. Her carê wan dişînin cihên dûrtir. Nahêlin em derbasî odeyên din jî bibin. Em çi bikin derheqê me de girteyan digirin. Em bang li hevalên xwe dikin, dîsa girteyan digirin. Bi hinceta 'propagandaya rêxistinê’ dest datînin ser nameyên me û girteyan digirin. Ji me re dibêjin hûn tenê dikarin nameyekê bişînin. Em nikarin heman demê de ji 2 hevalan re nameyan bişînin. 2 nameyên di heman zerfê de jî qebûl nakin. Her ku diçe zextan zêdetir dikin. Her hefteyê pirsgirêka nameyê tê jiyîn.”