Wezaretê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê 2022-11-13 11:07:52   ÎZMÎR - Li bajarên Dîlok, Ordu, Bursa û Muglayê 7 neguhêzbarên bi bihayê 30 milyon TL’an dan ber firotinê.    Serokatiya Îdareya Xwemalîkirinê ya Wezareta Xizîne û Darayî ya Tirkiyeyê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê. Li navçeya ŞehîtKemal a Dîlokê li gel 4 herêman, di heman demê de li navçeya Perşembe ya Orduyê, li navçeya Datça ya Mûglayê û li navçeya Karacabey a Bûrsayê jî neguhêzbarên bi bihayê 30 milyon TL’an da ber firotinê. Li Datçayê herêmêke ji 36 hezar û 994 mîtrokareyan daye ber firotinê û gelemperiya vê herêmê qada daristanê ye. Deverên ku tên firotin li kêleka Kendavika Kargiyê ne û parselek jî li nava giravê ye.    TEMÎNAT 20 MILYON LÎRA YE   Dê neguhêzbarên behsa xeberê bi rêya bazariyê bên firotin. Hem şexs û hem jî kestiya hiqûqî, komên hewldanên hevpar, kooperatîf, weqf û komeleyên ku di belgeyên wan de hatiye diyarkirin ku dikarin neguhêzbaran bikirin tev li îhaleyê bibin. Bedela şertnameya îhaleyê 20 hezar TL ye. Her wiha temînata demkî jî 20 milyon TL ye. Teklîfa dawî 8’ê kanûnê ye. Bedela îhaleyê dikare pêşîn an jî biqewl were dayîn.