Tayînkirina qeyûman li Hezexê hat şermezarkirin 2022-11-13 13:19:20 ŞIRNEX - Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm li Şaredariya Hezexê, daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş got ku tayînkirina qeyûman nenaskirina vîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê ye û dê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.  Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 13’ê mijdara sala 2019’an de li Şaredariya Hezex a Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû, qeyûm tayîn kir. Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Hezexê hat dayîn. Hevşaredarên Şaredariya Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, endam û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek endamên Meclisa Bajar di daxuyaniyê de amade bûn.    'EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'   Di daxuyaniyê de parlamenter Hasan Ozguneş diyar kir ku tayînkirina qeyûman nenaskirina vîna gelê kurd bû û wiha axivî: "Bi taybetî gotineke ku hikûmeta AKP'ê dibêje heye. Digot; ‘îradeya gel di ser her tiştî re ye.’ Lê belê ne wisa bû. Bi tayînkirina qeyûman re ev nîşanî me da. Ev tê wateya ku vîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê nas nakin. Ev jî ne naskirina hiqûqê ye. Di heman demê de nebûna çanda demokrasiyê û nîşaneya vê hişmendiyê ye. Îro li 59 şaredariyên ku hikûmeta AKP’ê qeyûm lê tayîn kirine, neliretî didome. Nûnerên siyasî, bi taybetî Mehmet Agar ku bi her cureyên gemariyê re bû, her tim digot ku divê li deştê siyaset bê kirin. Anku digot; ‘Wer in siyaseta xwe di siyaseta demokratîk de bimeşînîn.' Me li dijî faşîzmê û bi her cureyên demokratîk li ber xwe da û heta aştî û demokrasî tê vî welatî jî dê têkoşîna me bidome.”   'EM GAV PAŞVE NAAVÊJIN'   Piştre jî Hevşaredar Songul Erden axivî û got ku tayînkirina qeyûman li şaredariya wan, sepaneke derhiqûqî û neadilane bû. Erden, axaftina xwe wiha qedand: “Lê me tu carî li hemberî van sepanan û hikûmeta AKP’ê paşvegav neavêt û em ê neavêjin jî. Gelê kurd çawa ku bi derziyê erd koland û av derxist dê wisa jî li ber xwe bide.”