Serhildana azadiyê ya Rojhilat didome 2022-11-13 15:04:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên protestoyî yên bi daxwaza azadiyê li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin bênavber didomin.     Piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji hêla hêzên rejîma Îranê ve, di 16’ê îlonê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn. Çalakiyên ku bi daxwaza azadiyê tên kirin, bênavber didomin. Gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh jî li kolanan bû. Li bajarê Seqizê esnafan dikanên xwe venekirin. Xwendekar jî neçûn dibistanan û dibistan boykot kirin. Xwendekarên Zanîngeha Tehranê jî çalakiya xwe ya bi dirûşma “Xwendekar edaletê daxwazin” domandin.    Di heman demê xelkê Bulucistanê jî li dijî rejîma Îranê li ser pêyan bû. Xwendekarên Zanîngeha Sineyê li dijî rejîma Îranê dirûşm berz kirin û daketin kolanan. Li bajarê Serdeştê gel ber bi mala Hemîn Hemze ve meşiya ku di çalakiyên protestoyî de ji hêla rejîmê ve hatibû qetilkirin.    ALIMÊN OLÊ PIŞTGIRÎ DAN   Li bajarê Seqizê alimên olê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî gel şermezar kirin. Aliman, diyar kirin ku gel li dijî nelirêtî û zilmê serî rakiriye û ev tişt parve kirin: “Bi ser qetilkirina Jîna’yê re du meh derbas bûn. Tevî vê yekê jî desthilatdarî dengê gel nabihîse. Desthilatdarî, rastiyan berevajî dike û gel qetil dike. Kesên di bin çavan de rastî miameleyên xerab tên. Em piştgiriyê didin çalakiyên protestoyî û dixwazin ku kesên hatine binçavkirin werin berdan.”