Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye 2022-11-13 17:00:29   STENBOL - Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Huseyîn Îldan ku bi malbatên girtiyan re hate ba hev, diyar kir ku girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ne.    Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ), li Komeleya Meclisên Sosyalîst a li Kadikoyê bi malbatên girtiyan re hate ba hev. Di hevdîtinê de gelek xizmên girtiyan amade bûn û pankarta “Dawî li şewitandina înfazan bînin” hatibû daliqandin. Di çalakiy3e de Berdevkê TDÎ’yê Huseyîn Îldan axivî û da zanîn ku xwedî li hemû girtiyan derdikevin.    Îldan, diyar kir ku ji sala 2015’an heta niha zextekî pir giran li ser girtîgehan heye û wiha got: “Girtî bi awayekî sîstematîk rastî êrişan tên. Ev yek jî pirsgirêka tevahiya civakê ye. Hewl didin îradeya girtiyan teslîm bigirin. Li her devera dinyayê desthilatdarî ji ewil hewl didin zextekî giran li girtiyên siyasî bikin. Lê têkoşîna girtiyan vê armanca wan têk dibe.”    ‘SERÎ LI BER DESTHILATDARIYÊ NETEWANDIN’   Ji xizmên girtiyan Hidir Sabûr jî destnîşan kir ku girtiyên siyasî daxwaz û mafên civakê vedibêjin û wiha domand: “Zarokên me ji ber tiştên nebaş neketine wê derê. Dinyayeke wekhev û bêkedxwarî dixwazin lewma di girtîgehê de ne. Tevî vê yekê jî tu carî li hemberî desthilatdariyê serî netewandin. Di mijara girtiyên siyasî de tu guhertin nekirin. Bi Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan re dest bi şewitandina înfaza girtiyên siyasî kirin.”    Çalakî, bi axaftinên xizmên girtiyan bi dawî bû.