HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da 2022-11-13 20:42:33   ENQERE - MYK'a HDP'ê derbarê teqîna li Cadeya Îstîklalê pêk hat de daxuyanî da û got: "Em gelekî xemgîn û dilbikul in, em ji gelê me re sersaxiyê dixwazin."   Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî teqîna li Cadeya Îstîklala Taksîma Stenbolê pêk hat de û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn daxuyaniyek da. Di daxuyaniya HDP'ê de wiha hat gotin: "Em ji ber teqîna li Stenbolê gelek xemgîn û dilbikul in, em ji gelê me re sersaxiyê dixwazin."    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber teqîna îro li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê pêk hat û di encamê de 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn, em gelekî xemgîn in. Êşa me mezine, ji bo welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji birîndaran re jî şifaya xêrê û ji gelê me re jî sersaxiyê dixwazin."