Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin 2022-11-14 09:00:36 STENBOL - Parêzer Zeynep Boztoprak diyar kir ku miwekîla wê Tenzîle Acar a ku bi nexweşiya jana zirav ketiye, ji ber ku li dijî ferzkirina muayeneya kelepçekirî derketiye nehatiye muayenekirin.    Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 jê giran in. Tenzîle Acar a di lîsteya ÎHD’ê de cih digire di 21’ê Adara 2017’an de li taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê di kontrola nasnameyan de ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Acar a ku di dema binçavkirinê de bi îşkenceyê re rûbirû mabû, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "endamtiya rêxistina" hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê. 15 sal cezayê girtîgehê li Acar hat birîn. Nexweşiya Hepatît B ya Acar di vê pêvajoyê de ji ber ku derman nebû, veguherî nexweşiya jana zirav ango weremê. Parêzera Acar, Zeynep Ceren Boztoprak, diyar kir ku miwekîla wê ji ber muayeneya kelepçekirî qebûl nake nikare bê dermankirin.   MUAYENEYA KELEMÇEKIRÎ LÊ FERZ KIRINE    Boztoprak anî ziman ku Acar bi rojan di binçavan de maye û ji ber îşkenceya li wê hatiye kirin lêva wê teqiyaye. Boztoprak anî ziman ku cezayê muwekîlê wê yê di doza ku lê dihat darizandin de niha li Dadgeha Bilind e û got: "Ji ber tenduristiya xwe di şert û mercên girtîgehê de nîne. Tevî vê yekê jî sewqî dadgehê nehatiye kirin. Di dema 5-6 salên girtîgehê de gelek caran li nexweşxaneyê rastî muayeneya kelepçekirî hat. Lê belê li ber xwe da. Ji ber ku qebûl nekiriye nikare bê dermankirin. Muayene nekirine û dîsa şandin girtîgehê."   ‘NEXWEŞIYA WÊ BELAV DIBE Û BI XETERE YE’   Bi domdarî Boztoprak diyar kir ku divê muwekîlê wê Acar li gorî mafên mirovan û hiqûqê bê kelepçe bê muayenekirin û bal kişand ser wê yekê ku Saziya Tipa Edlî (ATK) dikare rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" bide. Boztoprak wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku bijîşk dibêjin, nexweşiya hepatît B nexweşiyeke bişewb e. Bi gotineke din, ne tenê ji bo nexweş, ji bo kesên ku li cem wê dimînin jî xeteriyeke cidî ya tenduristiyê çêdike. Keek ku nexweşiya Hepatî B pê re hebe divê li hefsê neyê ragirtin. Her wiha muayenekirina bi kelemçe binpêkirina mafê mirovan e.”    ACAR: TEDAWIYA WÊ NAYÊ KIRIN   Xizmê Acar, Rojhat Acar jî diyar kir ku ew du hefte berê bi Tenzîle Acar re hevdîtin kiriye û destnîşan kir ku tedawiya bi kelemçekirî li Acar tê ferzkirin û ji ber wê qebûl nekiriye tedawiya wê nehatiye kirin. Acar da zanîn ku Tenzîle Acar êdî hatiye wê astê nikare li ber zextan îdare bike.