Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje 2022-11-14 09:01:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengal Huseyin Sedo têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê axivî û diyar kir ku kes bi êrişan nikare civaka êzidî teslîm bigire û got: “Kê êrişî Şengalê bike em ê gav paşve neavêjin û civaka xwe biparêzin."    Di ser rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê de îro 7 sal derbas bûn. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kiribû. Ewilî çeteyên DAIŞ'ê êriş birin ser Mûsilê û êrişî Telaferê kirin û her çar aliyên wê dorbêç kirin. Li gel êrişa Taleferê, Şengal jî hate dorpêçkirin. Çeteyên DAIŞ’ê her sê deriyên Şengalê yên ji bo Bexda, Telafer û ber bi Mûsil û deriyê Rabîayê ber bi Dihokê ve girtin û êzidî bi qetlîamek mezin re rûbirû hiştin. Êzidiyên ku xwestin ji qirkirinê rizgar bibin tenê rêyek li ber wan mabû û ev rê jî Çiyayê Şengalê bû. Bi sed hezaran welatiyên êzidî berê xwe dan Çiyayê Şengalê. 12 hezar çekdarên girêdayî PDK’ê û hêzên asayîşê bi fermana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî Şengalê berdan. Êzidî bê parastin hiştin û reviyan.    DÎROKEKE NÛ HAT NIVÎSANDIN    Di dema revê de pêşmergeyan li gel çekên xwe, gelek çekên êzidiyan jî desteserkirin û bi xwe re ji Şengalê derxistin. Di encama êrişa çeteyan de zêdetirî 5 hezar êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin. Êzidiyên ku ketine destê DAIŞ'ê li bazarên Mûsil û Reqayê wek kole hatin kirîn û firotin. Her wiha bi sed hezaran êzidî jî ji nêçariyê koçber bûn. Ji bilî PKK'ê tu hêzeke din parastina wan nekir. Ji 3’ê Tebaxê ve dîrokek qirkirin û berxwedanê ya ku mirovahî tu carî ji bîr nake hate nivîsandin. Êzidiyên ku li benda rizgarkirina ji destê DAIŞ'ê de ne, hejmara wan nayê texmînkirin, ji bilî DAIŞ'ê hêzên din jî êrişên xwe yên li ser Şengalê didomînin. Şengala ku di 13'ê Mijdara 2015’an de ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin, êzidiyan rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Li gel avakirina Rêveberiya Xweser di aliyê tendûristî, perwerde, hiqûq û aborî de qadên xwe ava kirin.    Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Huseyin Sedo derbarê salvegera rizgarkirina Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'GERÎLA ÊZIDÎ RIZGAR KIRIN'   Huseyîn Sedo diyar kir ku di rizgarkirina Şengalê de PKK bi roleke gelek girîng rabû û wiha axivî: "Piştî Mûsil ket DAIŞ'ê berê xwe da Şengalê û li hin deerên vir şer derket. Wê demê alimekî got, ‘DAIŞ êdî nikare derbasî van deran bibe' wê demê xelkê Şengalê bi aramî nivist. Xelkê Şengalê bawer nedikir ku carekî de ev tişt bê serê wan.Şengal kete pêvajoyeke du alî de. Heta niha jî di wê rewşê de derneketiye.Bandora dewletan jî li ser vê heye. Yanî ez dikarim bibêjim ku Şengal kete rewşeke du alî de. Mixabin heta niha jî ji wê rewşê derneketiye. Baweriya me ji însanetiyê dihat. Me digot, heq û hiqûq heye. Lê mixabin tune ye. Ne însaniyet û ne jî cidî girtin tune ye. Lê gerîlayên azad riyek vekir û civaka êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Bi hezaran kes rizgar kirin. Heta rizgarkirina Şengalê li ber xwe da. Di rizgarkirina Şengalê de keda her kesî heye. Her keseke ku guleyek berdaye DAIŞ'ê em spasiyên xwe ji wan re dikin. Ew berxwedan nayê jibîrkirin. Li Şengalê aliyê Şemal 4 mehan destê DAIŞ'ê de ma. Hin gund DAIŞ nekarî bikevê. Ev 8 sal in ku gelê me di kampan de ne. Ev jî ji ber sedemên siyasî wisa bû. Heke wisa nebûya ku heta roja îro tu êzidî kampan de nediman û zor û zehmetî neditin."   'BI DEH HEZARAN ÊZIDÎ VEGERIYAN'   Sedo diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina civaka êzidî û parastina nirxên civaka êzidî hat avakirin û wiha got: "Kesên ku li dijî Rêveberiya Xweser hebûn. Lê belê Rêveberiya Xweser heta niha gav paşve neavêtiye. Kî li hemberî vê pergalê derketibe têk çûye. Bi rastî jî heke her lingên Rêveberiya Xweser hatin avakirin êzidî wê careke din bi fermaneke wiha re derbas nebe. Ji bo avakirina vê pergalê gelek bedelên giran hatin dayîn. Ev bedel jî bi fikrê Rêveberiya Xweser hatin dayin. Ew fikrê ku Rêveberiya Xweser li ser dimeşe civaka êzidî diparêze. Heta niha heta 150 hezar kes vegeriyan Şengalê."   'RÊVEBERIYA XWESER GAV PAŞVE NAAVÊJE'   Bi domdarî Sedo bi lêv kir ku kîjan hêz êrişî Rêveberiya Xweser bike ew hêz dijminê pergala demokratîk e û wiha bi dawî kir: "Êrişên li ser Şengalê û Rêveberiya Xweser her tim hebûn û berdewam jî dikin. Di vê rêyê de heger ku mirov bedel nede mirov nikare ku encameke baş jî bigire. Em dizanin wê li ser Rêveberiya Xweser êriş berdewam bikin, wê Rêveberiya Xweser carna bikeve tengaviyê de jî. Lê em gav paşde biavêjin ev nayê qebûlkirin. Kî jî bê gav paşve avêtin nîne. Heke mesele parastina civaka êzidî be çi ji destê me bê em ê bikin. Aliyê tendûristî de kêmasiyên wê hene. Aboriya Şengal jî pir qels e. Şengal ciheke mezin e û aboriya wê ne xurt e. Niha li Şengalê rewşa aborî roj derbas kirine. Her wiha dibistan hatine vekirin. Di van dibistanan de mamoste hene. Di aliyê hiqûqî de jî me bi dehan caran serî li hikûmetê daye. Û ji wan re gotiye, 'çawa ku qada hiqûqê ya dewletê hebe divê ku ya me jî hebe' her wiha di aliyê perwerdehiyê de jî em dixwazin ku weke erebî zimanê me jî fermî be û em bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Banga me li êzidiyên ku ji dervene jî werin ser axa xwe."