'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’ 2022-11-14 09:02:28 ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên girseya demokratîk bertek nîşanî terxankirina bûdçeya ji bo avakirina girtîgehên nû dan û diyar kirin ku divê bûdçe ne ji bo girtîgehan bê veqetandin û xwestin bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin.   Beşek mezin a bûdçeya 2023'yan ku di Desteya Plan û Bûdçeyê ya Meclisê de tê nîqaşkirin, careke din li şûna perwerde, tenduristî, hilberînê ji girtîgehên nû û pîşesaziya parastinê re hate veqetandin. Wezareta Dadê ya ku tê payîn ku bûdçeya wê 22 milyar 564 milyon lire zêde bibe, plan dike ku 20 girtîgehên nû ava bike. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bûdçeya ji bo wezaretê û girtîgehên nû hatiye veqetandin nirxandin.   ‘JI BER FIKRÊN XWE TÊN GIRTIN’    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek, diyar kir ku bi avakirina girtîgehên nû re pereyê welat tê îsrafkirin. Çîçek anî ziman ku armanca xistina girtîgehan dibe sedem ku hîn bêhtir "sûcdar" çêbibin û wiha got: "Li welatê me têgeha 'sûcdarên siyasî' hatiye afirandin. Îro mirov ji bo ku fikrên xwe tînin ziman, dixin girtîgehan. Şebnem Korur Fincanci, Osman Kavala, Selahattîn Demîrtaş û yên di 6 mehên dawî de hatin girtin. 25 rojnameger mînaka vê yekê ne. Yanî li welatê me gotin qedexe ye. Ji ber vê yekê girtîgehên nû ava dikin."   GIRTÎ LI BER XWE DIDIN    Ji Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî, Dîdar Gul diyar kir ku her sal bi nîqaşên bi vî rengî derdikevin pêş. Gul, da zanîn ku li girtîgehên nû girtina şoreşger, welatparêz û sosyalîstan tê pêşbînîkirin û wiha domand: "Bi hezaran lîre tenê ji bo reklama girtîgehan hatin veqetandin. Mezinahiya krîza aborî îro diyar e. Mirov li ber çavan e. Bi birçîbûn û xizaniyê re rûbirû mane lê tenê xema îktidara AKP-MHP'ê çêkirina girtîgehan e. Wisa xuya dike êrişên li ser me wê di demên pêş de jî bidome û zêde bibin. Li şûna siyasetek demokratîk polîtîkaya zilmê zêdetir kirine. Rojnamevan û Şebnem Korur Fîncanci hatin girtin. Kîmyasala diavêjin ser Herêma Kurdistanê bi armanca faşîzmê dikin. Girtî li girtîgehan li dijî faşîzmê û zextan li ber xwe didin.”    LI ŞÛNA ÎSTÎHDAMÊ BÛDÇE DIDIN GIRTÎGEHAN   Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkun Ûstercî jî da zanîn ku di dema krîza aborî de avakirina girtîgehên nû trajîkomîk e. Ûstercî, destnîşan kir ku çavkaniyên ku divê ji bo îstîhdamkirina bê veqetandin ji bo avakirina girtîgehan nû tê veqetandin, ji bo siberojê bi fikar in û wiha bi dawî kir: "Ev zîhniyet û nêzîkatî ne rewşeke nû ye. Ji bo desthilatdariya siyasî girtîgeh bûye şêweyekî bingehîn ê desthilatdariyê. Sedema bingehîn a avakirina girtîgehên nû ev e."   MA / Delal Akyuz