Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir 2022-11-14 10:33:37 STENBOL - Parêzer Jiyan Tosun ku piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê hedef hatibû nîşandan, li dozgeriyê gilî kir. Tosun, şevê din bi sedema “ewlehiya canê min nîne” li edliyeyê ma û da zanîn ku dê ji edliyeyê dernekeve.     Demekî pir kin piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Beyoglû ya Stenbolê, Adem Taşkaya yê ji Partiya Zaferê parêzer Jiyan Tosun weke hedef nîşan da. Li ser vê yekê Tosun, li dozgeriyê gilî kir. Di dema teqînê de Tosun li Qereqola Kuçukçekmeceyê bi miwekîlê xwe re hevdîtin dikir. Piştî ku hedef hat nîşan dan, polîsan bi hinceta “derheqê wê de gilî heye” îfadeya wê girt. Tosun, piştî ku îfadeyê wê hatî girtin jî hat berdan.    BI ŞEV LI EDLIYEYÊ MA    Piştî hedefnîşandanê, gelek gef li parêzer Jiyan Tosun hatin xwarin û li ser vê yekê Tosun çû edliyeyê û bi sedema “ewlehiya canê min nîne”, heta serê sibehê li edliyeyê ma. Di saetên serê sibehê de Tosun li dozgeriyê gilî kir.    GEF LI EREN KESKÎN JÎ HATIN XWARIN   Di heman demê de gefên kuştinê li Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî hatin xwarin. Keskîn, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Keskîn, da zanîn ku li ser telefonê li wê hatiye gerîn û gefên kuştin û destdirêjiyê lê hatine xwarin. Keskîn, wiha domand: “Ez nizanim bê ka em çima hatin hilbijartin lê di halê hazir de ne ewlehiya canê min û ne jî ya Jiyanê tune ye.”