Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel 2022-11-14 12:01:26 RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Ferît Şenyaşar di çalakiyê de got ku heta ku AKP parlamenterên xwe biparêze dê her tim dengan winda bike û ev tişt anî ziman: “AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 616’an de berdewam kir.   Malbat di saetên serê sibehê de hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku nobeta wan dikeve sala 2’yemîn û wiha got: “Di doza me de edalet pêk nehat lewma kesên li Nexweşxaneya Pirsûsê komkujî pêk anîn, li Pirsûsê dîsa 2 kesên din li pêşiya mala wan qetil kirin.”   Şenyaşar, da zanîn ku gelek parlamenterên AKP’î li wî geriyane û nerazîbûna xwe jê re ragihandine û wiha domand: “Dibêjin ku ji hêla wijdanî ve li cem me ne. Erê baş e lê kî van kesên ev komkujî pêk anîn û parlamenterê ku komkujî organîze kiriye diparêze? Heta ku AKP van parlamenteran biparêze, dê her tim dengan winda bike. Êdî rûyê wan nagire ku li Rihayê derkevin nava gel.”    ‘DÊ EDALET ROJEKÊ BO HER KESÎ LAZIM BIKE’   Di berdewamê de Şenyaşar bal kişand ser dozê û axaftina xwe wiha qedand: “Dozgerên Rihayê ev 4 sal in hesaba ambulansan nepirsîne ku ji ber êrişan nema dikare bên bikaranîn. Lê belê bi hinceta ku pankarta me ya daxwaza edaletê li ser hatibû nivîsandin li dîwarê cemaweriyê ketiye, hat desteserkirin. Li holê bêedaletî û bêhiqûqiyeke eşkere heye. Tevî dayika xwe her roj têm ber deriyê edliyeyê. Pankarta me li pişt me hatiye daliqandin. Daxwaza me edalet e. Ev edalet dê rojekê bo her kesî lazim bike. Heta ku edalet di çarçoveya hiqûqê de pêk tê jî em ê nobeta xwe ya li pêşiya edliyeyê bidomînin.”