Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn 2022-11-14 12:26:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîwana Muhesebatê tespît kir ku hemû veneguhezên Şaredariya Amedê ku qeyûm bi rê ve dibe bi haciz in, bêyî îhale bê kirin 23 milyon TL li ser lale û daran hatiye xerckirin, alîkariya civakî bêqayde hatiye kirin û di hemû karan de zêde hatiye nîşandan.    Serokatiya Dîwana Muhesebatê raporên kontrolê yên şaredarî û rêveberiyên girêdayî şaredariyan ên sala 2021’an eşkere kir. Kontrolgerên Dîwana Muhesebatê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, gelek karûbarên bêûsûil tespît kirin.    Di raporê de hat diyarkirin ku 21 cihên kar ên di nav sînorên şaredariyê û qada mucavîr de û ji aliyê şaredariyê ve hatine kirêkirin bê rûhset kar dikin û ji van kargehan "Heqê Destûra Vekirina Cih" nayê girtin. Di raporê de hişyarî hat dayîn ku "Ji bo karsazên ku destûrnameya wan a karsaziyê tune ye ku ji eşyayên ku şaredariyê bi kirê dane vekin û bixebitin, divê lîsans werin şopandin û karsaz werin destûrkirin û heqê Destûra Vekirina Karsaziyê were girtin.    HEMÛ NEGUHÊZBAR HECIZ BÛNE   Di raporê de hat diyarkirin ku mal û milkên şaredariyê yên neguhêzbar ku di xizmeta gel de bi kar tîne û nikarin bên hecizkirin lê li ser hemû van mal û milkan heciz heye.    23 MILYON LÎRE LI SER DAR Û LALEYAN HATIYE XERCKIRIN    Di lêkolîna îhaleyan de hat tesbîtkirin ku kirînên ku îstîsna negirtine bêyî îhale hatine kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Midûriyeta Park û Baxçeyan ji bo di sala 2021’an de li qadên hêşîn, navend, park û qadên daristanan bên çandin bi 23 milyon û 205 hezar û 750 TL dar, şînahî, nebat û laleyan hatine kirîn. Hat diyarkirin ku kirînên navborî ji bo her qelemekê ji 4 şîrketên ku li herêma Sakarya-Kocaeliyê cih digirin, bi teklîfên cuda hatine kirin.     TALANA QEYÛM   Di raporê de hat tespîtkirin ku xetên dolmîşan bêyî ku îhaleya wan bê kirin û bêdem kooperatîfên wan hatiye dayîn. Her wiha di raporê de hat gotin dahatên ji bo Muzeya Bajêr a Amedê ku girêdayî Midûriyeta Şaxê Muzeyan e nehatiye qeydkirin.    Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo jêpirsîna alîkariya civakî jî Pergala Agahiyan a Alîkariya Civakî ya Biyekbûn (BSYS) nehatiye bikaranîn û di alîkariyên civakî ango bo xelkê de bêûsûlî hatiye kirin.    Her wiha di raporê de hat tespîtkirin k udi hemû karûbarên şaredariyê de zêdebûna kar hatiye kirin. Di raporê de hat gotin lazim e hemû tiştên neyînî ku hatine kirin bên sekinandin.