Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn 2022-11-14 12:31:26   STENBOL - Kesên di teqîna li Cadeya Îstîklalê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn.    Şeş welatiyên ku di teqîna li Cadeya Îstîklalê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê jiyana xwe ji dest dayîn, li cihê teqînê hatin bibîranîn. Beşdaran, qurnefîl danîn cihê teqînê. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû jî tev li merasîma bîranînê bû.    Di merasîmê de Îmamoglû sersaxî bo malbatên qurbaniyan xwest.