Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir 2022-11-14 12:51:52   AMED - Hevberdevkê Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Emîn Ay ji bo bernameya ku dê sibe li Amedê li dar bixin bang li gel kir û wiha got: “Werin em pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin.”    Hevberdevkê Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê starta kampanyaya “Ked, Edalet, Aştî” dabû destpêkirin. Kampanya, dê bi bernameya li Amedê re bidome. Gelek alim û seyda dê tev li bernameyê bibin. Bername sibe saet di 12.30’an de li Eywana Konferans û Dawetan a Ruya Gold a li navçeya Rezanê dest pê dike. Mela Ebdûlbarî, Prof. Dr. Nûrettîn Turgay, aktîvîst û nivîskar Dîba Keskîn, nivîskar Berrîn Sonmez û Hevberdevkê Maseya Îslamê Emîn Ay dê di bernameyê de biaxivin.    ‘WERIN EM BI HEV RE ÇARESER BIKIN’   Têkildarî mijarê Hevberdevkê Maseya Îslamê Emîn Ay têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Bi sedan alimên kurd tev li bernameya me ya li Enqereyê bûn. Armanca me ya ji bernameyê ew e ku rêyên çareseriyê bo civakên îslamî bibînin. Desthilatdarî olê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û xeletiyên wê vedişêre. Xelet şîrove dike. Em jî hewl didin rastiya Îslamê vebêjin. Em ê mijarê weke ked, edalet û aştiyê binirxînin. Dê bi sedan alimên kurd tev li bernameya me bibin. Banga me li her kesî, li mela û seydayên kurd, li rûspiyên civakê û gel ew e ku tev li bernameyê bibin. Banga me ji bo gelê Amedê ev e; werin em pirsgirêkên xwe û mijarên girîng bi seydayên xwe re binirxînin û çareser bikin.”