Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da 2022-11-14 14:41:22   AMED – Di doza Parlamenterê HDP’ê yê Berê Sirri Sureyya Onder de ku bi îdiaya “rast rast dewlet, hikûmet, gel û daraz biçûk xistiye” dihat darizandin, 5 meh cezayê hefsê hatibû dayîn. Dozgerê ku ev ceza kêm dît, bi daxwaza zêdekirina cezayê Onder serî li îstînafê da.    Di dema rakirina parêzbendiyên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de yek ji parlamenterên hatin binçavkirin jî Sirri Sureyya Onder bû. Bi hinceta gotina Onder a “Erdogan ê ku xwedî rabûrdiyeke siyasî ya qirêjî”, derheqê wî de li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. Di danişîna biryarê ya dozê de ku di 22’yê hezîranê de hat lidarxistin, 10 meh cezayê hefsê li Onder hat birîn.    Her wiha bi hinceta gotina “Ev xebata darazê ya ku ki ser fermana Erdogan hatiye destpêkirin...” ku berdewamiya axaftina Onder bû û ji ber axaftina xwe ya têkildarî girtina parlamenteran, bi îdiaya “bi awayekek raste rast miletê tirk, dewleta tirk, TBMM û daraza wê biçûk xistiye” doz hat vekirin.    Doza ji ber gotinên “Ev xebatên darazê ku li ser fermana Erdogan hatine destpêkirin...” hatiye vekirin ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê ve hat redkirin. Lê belê ji ber axaftina xwe derheqê girtina parlamenterên HDP’ê de, bi îdiaya “bi awayekek raste rast miletê tirk, dewleta tirk, TBMM û daraza wê biçûk xistiye” hat darizandin û 5 meh cezayê hefsê lê hat birîn.    Dadgehê biryara xwe di 9’ê mijdarê de da û piştre jî biryara xwe ya bihincet amade kir. Di biryara bihincet de hat destnîşankirin ku doza ji ber gotinên derheqê Erdogan de hatiye vekirin ketiye û Onder bi axaftina xwe ya têkildarî parlamenteran de jî “sûcê aşkerayî” kiriye.    Her wiha dozger jî li dijî biryara bihincet a dadgehê îtîraz kir û serî li îstînafê da. Dozger îdia kir ku Onder bi axaftinên xwe “heqaret” li serokkomar kiriye û “daraz biçûk xistiye.” Bi vê hincetê jî xwest ku cezayekê girantir li Onder bê birîn.