Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin 2022-11-14 16:18:31   ENQERE - Girtiyên ku li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê dest bi greva birçîbûnê kirin û bi kurdî diaxivin, rastî êrişa gardiyanan hatin. Malbatan da zanîn ku zimanê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin.   Bi mebesta protestokirina şert û mercên giran ên tecrîdê û binpêkirina mafan, 40 girtiyan di 4’ê cotmehê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Konyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan didome. Ji girtiyan Yakup Brukanli yê ji rojhilatê Kurdistanê ku tev li çalakiyê bûbû, di 28’ê cotmehê de li dijî tecrîda girankirî xwe şewitand.    ‘LI GIRTÎGEHÊ TECRÎDEKE GIRAN HEYE’   Malbatên girtiyan da zanîn ku li girtîgehê şert û mercên giran ên tecrîdê hene û ev agahî parve kirin: “Her roj ji girtîgehên cuda girtiyan tînin û têxin hucreyên yekkesî. Girtîgeh, weke hucreyên yekkesî hatiye avakirin û ji vê re dibêjin ‘qawîşên yekkes.’ Dema bi rayedarê girtîgehê re diaxivin, jê re dibêjin; ‘Hûn dê di hucreyên yekkesî de bên ragirtin û ji bilî vê tu rêyeke din nîne.’ Di wan hucreyan de gelemperî tiştek nabe û girtî her tiştekî bi pereyên xwe dikirin. Weke mînak; ji bo vexwarina çayê neçarin ku semawir, îskan û hwd. bikirin. Gotin ku rewşa wan a li girtîgehê baş nîne. Pêdiviyên wan ên herî jiyanî jî nayên dayîn. Gelek kes li girtîgehê hene ku rewşa wan rê nade ku van tiştan bikirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a girtiyan didome. Her wiha girtiyên nexweş jî dibêjin ku dê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger bikin.”    DÎSA KURDÎ HAT QEDEXEKIRIN   Bi domdarî malbatên girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hewl dide peywendiyên di navbera girtiyan de bi tevahî ji holê rake û ev agahî dan: “Dema Yakûp Brukanli ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû dibirin revîrê, girtiyan hewl dan rewşa wî jê bipirsin. Di vê navberê de li dijî girtiyan êrişeke dijwar hat kirin. Ji gardiyanan yekî jê got; ‘jixwe ji bo ku hûn bi hev re neaxivin me hûn girtine hucreyên yekkesî, lewma hûn nikarin biaxivin.’ Girtiyan got ku bi taybet jî dema di navbera xwe de bi kurdî diaxivin, rastî êrişên dijwar tên. Kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin. Dixwazin peywendiyên di navbera girtiyan de bi tevahî qut bikin û vîna girtiyan têk bibin.”    REWŞA YAKÛP BRUKANLI GIRAN E   Malbatan, destnîşan kir ku rewşa Yaku Brukanli giran e û wiha bi dawî kirin: “Tê gotin ku dest û milê Yakûp nagirin. Pişta wî şewitî ye, li ser tevahiya laşê wî birînên sotinê hene. Girtiyan got ku rewşa Yakûp giran e. Heta nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî jî bi cih bîne. Divê teqez bibin nexweşxaneyê. Dibe ku rewşa wî hêj xerabtir bibe. Xetere heye ku li wir bi enfeksiyonê bikeve.”