ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN 2022-11-15 09:00:12     * Der barê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de ku çendek berê ji ber nexweşîna demansê hatibû berdan, ji ber bûyereke ku tê derpêşkirin di sala 2014'an de qewimiye, bi sûcê "endametiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.     * Di rapora otopsiyê de jî hatiye diyarkirin ku Amara Dwla ji aliyê bavê xwe babası Mohammed Dwla ve hatiye şewitandin û kuştin. Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrelê ji bo beşdariya li danişînê bang kir.   * Hevserokê DBP'a Rihayê Parêzer Hîdayet Enmek destnîşan kir ku xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikar zêde kirine û wiha got: "Navnîşana çareseriyê Îmralî ye."   * Nivîskar Yûsûf Baran Beyî, avakirina Serokatiya Cemxaneyê ya di bin banê Wezareta Çandê de wekî "dewlet dixwaze elewiyên xwe biafirîne" nirxand û got: "Dewlet divê dest nede dîn û baweriyan. Ewilî divê hesabê komkujiyê ku kirine bide."   * Malbatên girtiyan ên Amedê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin di çalakiya nobeda edaletê de ne diyar kirin ku mehek e meclîs vebûye, lê hê jî rewşa girtiyan neketiye rojeva meclîsê. Malbatan xwest ku dengê wan bê bihîstin.   * Li herêma Bestayê ya Şirnexê leşkeran şivanên li ber pezî tazî kirin û îşkence li wan kir.   *Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam dike.    *Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm li Şaredariya Pirsûsê dê di li pêşiya avahiya HDP’a navçeyê daxuyanî bê dayîn. (13.30)    *Doza Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)    * Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de dê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (11.00-18.00)   *Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)   *Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê dê bi boneya 85’emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê li gundê Komakûreyşî merasîma bîranînê li dar bixe û li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bide. Li Mêrsîn, Îzmîr û Enqereyê jî dê merasîmên bîranînê bên lidarxistin. (11.00-19.37)    * PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd dê bi boneya Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê li PTT’a Yenîşehîr a Amedê ji nivîskarên girtî re pirtûk û qertan bişînin. (12.00)   * Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê dê dê di çarçoveya kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edaletê” de li Eywana Konferansan a Ruya Gold a li navçeya Rezan a Amedê bicive. (12.30)