Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin 2022-11-15 09:01:03   RIHA - Di rapora otopsiyê de jî hatiye diyarkirin ku Amara Dwla ji aliyê bavê xwe babası Mohammed Dwla ve hatiye şewitandin û kuştin. Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrelê ji bo beşdariya li danişînê bang kir.    Li Taxa Şêxmeqsûdê ya navçeya navendî ya Eyyûbiye ya Rihayê Amara Dwla ya 13 salî ya sûriyeyî ya bi eslê xwe ji Filistînê, ji ber ku zewaca bi darê zorê qebûl nekiribû mehekê hepsî malê hatibû kirin. Paşê bavê wê Mohammad Dwla hewl dabû wê bi maddeyeke sotîner bikuje. Dwlayê di 3'yê îlonê de rakiribûn nexweşxaneyê, lê li vir jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê bav Mohammed Dwla reviyabû, lê gava cînar haya polîsan pê dixin, berî ku ji bajêr derkeve hatibû zevtkirin.     ŞAHID: ‘BAVÊ MIN EZ ŞEWITANDIM'   Di îdianameya hatibû amedekirin de hatibû xwestin ku Mohammed Dwla bi sûcê "bi hovîtî qetilkirina keça xwe" bê cezakirin.    Danişîna ewil a dozê di 3'yê mijdarê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatibû lidarxistin. Di danişînê de guh li şahidan hatibû kirin. Şahida di danişînê de diyar kiribûn ku gava tenduristkar hatine cihê bûyerê Dwla li ser hişê xwe bûye û gotiye "Bavê min û birayê min ez şewitandim. Ewilî xwestin min bifetisînin, paşê ez şewitandim." Cînarên wekî şahid hatine guhdarkirin gotibûn gava derî vekirine bêhna şewatê ji hundir hatiye.    Rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê jî ku beriya danişîna duduyan hatibû amadekirin daxilî nava dosyeyê hatiye kirin. Di rapora otopsiyê de hatiye diyarkirin ku Amara Dwla ji aliyê bavê xwe babası Mohammed Dwla ve hatiye şewitandin û kuştin.   PARÊZER: EM Ê DOSYEYÊ BIŞOPÎNIN   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Demîrelê got: "Piştî ku Amara diqîre, cînar diçin cihê bûyerê. Tenduristkar dibêje Amarayê gotiye, bavê wê ewilî xwestiye wê bifetisîne, lê paşê ew şewitandiye. Her wiha di dosyeyê de hatiye tomarkirin ku dem bi dem tahde li zarokê hatiye kirin.    Bi domdarî Demîrelê bal kişand ser rapora ATK'ê ya Stenbolê jî got ku di raporê de hatiye diyarkirin ku li serê Amarayê û li hin deverên laşê wê dewsa derban hebûye û şopên derizandinê jî xuya kirine.    Demîrelê destnîşan kir ku ew parêzvanên mafê zarokan ew ê vê dosyeyê ji nêz ve bişopînin û ji bo danişîna dozê ku dê di 9'ê sibata 2023'yan de bê lidarxistin bang kir.    MA / Mujdat Can