Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye 2022-11-15 09:01:43   RIHA - Hevserokê DBP'a Rihayê Parêzer Hîdayet Enmek destnîşan kir ku xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikar zêde kirine û wiha got: "Navnîşana çareseriyê Îmralî ye."    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û wasiyê Ocalan û parêzerên wî bi hincetên "cezayê dîsîplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê Parêzer Hîdayet Enmek, tecrîda li Îmraliyê û bandorên wê nirxandin.    POLÎTÎKAYÊN KU BI SALAN E TÊN DOMANDIN    Parêzer Enmek destnîşan kir ku pirsgirêka herî bingehîn a welêt neçareserkirina meseleya kurdî ye û got ku heya çareserî pêk neyê dê pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî yên welêt çareser nebin. Enmek bilêv kir ku ji ber polîtîkayên desthilata ku di neçareserkirinê de israr dike welêt di nava krîzê de ye û bal kişand ser polîtîkayên ewlehîparêziyê ku welêt ber aloziyê ve dibin.    Enmek diyar kir ku neçareserkirina meseleya kurdî di heman demê de li herêmê bêbawerî û bêîstiqrariyeke mezin afirandiye û ev tişt gotin: "Bi meseleya kurdî re ku tê xwestin bi polîtîkayên ewlehiyê bê çareserkirin gelek pirsgirêk rû dan. Alozî û bêaramiya hatiye afirandin, êdî nahêlin mirov ji bo siberojê xeyalan çêbikin û xwe ewle hîs bikin."   ÇARESERÎ: MUZAKERE YE   Enmek bal kişand ser şerê ku didome û got ku şer li Herêma Kurdistana Federe didome. Enmek bilêv kir ku bi polîtîkayên şer re armanc jiholêrakirina destkeftiyên gelê kurd e û wiha got: "Lê ev meseleya kurdî kûrtir dike û hîn bêtir dibe cihê bêaramiyê. Navnîşana çareserkirina vê yekê jî cardin muzakereya bi Abdullah Ocalan re ye ku gelê kurd wî wekî vîna xwe esas digire."   Bi domdarî Enmek anî ziman ku lê li dewsa çareseriyê tecrîd tê kûrkirin û bal kişand ser astengkirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re. Enmek, wiha axivî: "Ev yek fikaran li derdorên ku birêz Abdullah Ocalan wekî vîna xwe dibînin û gelê kurd peyda dike. Ev rewşa ku veguheriye bêaramiyeke mezin, hatiye asta fikarê."   Di berdewamê de Enmek bal kişand ser şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ku Ocalan ji 15 Sibata 1999'an ve tê de tê girtin û bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin. Enmek destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîda ser tecrîdê tê pêkanîn û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Aqilê dewletê ku dixwaze meseleya kurdî bi heman rêbazê çareser bike dibe sedema zêdekirina fikarên gelê kurd. Ev tişta ku xizmeta aştiya civakî nake, berberîbûnê zêde dike. Demildest di ê ev bêhiqûqîtiya ku bi tu awayî tevkariya çareseriyê nake bi dawî bibe. Ev rêbaz zirareke mezin dide civakê."   Enmek, bi lêv kir ji civak ji hiqûq û pêşerojê yeqîn bike divê şer rageşiya heyî bi dawî bibe û ev tişt gotin: "Ji bo vê jî demildest divê tecrîd bê rakirin û hevdîtin dest pê bikin. Tê xwestin ku ev hevdîtin bi awayekî eşkere bên kirin. Domandina tecrîdê û nexebergirtina ji Abdullah Ocalan li bara civakê dibe cihê rageşiyê. Ji bo ev rageşî ji holê bê rakirin demildest divê hevdîtin bê kirin. Ger hewldanên ji bo çareseriyê hebin, muxatabê wê jî Îmralî ye ku gelê kurd bi salan e wê wekî navnîşan nîşan dide. Çareserî jî bi destpêkirina hevdîtinan pêkan e."    MA / Mujdat Can