Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne 2022-11-15 11:48:17   STENBOL - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca da zanîn ku ji birîndarên teqîna li Taksîmê tedawiya 17’an jê didome û 6 birîndar jî niha li beşa venihêrîna awarte tên ragirtin.    Di encama teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Taksîm a Beyoglû ya Stenbolê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî rewşa birîndara li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ji birînaran 58 jê tedawiya wan xelas bû û ji nexweşxaneyê derketin. 17 birîndar li servîsê û 6 birîndar jî li beşa lênihêrîna awarte tên tedawîkirin. Ji bo ku agahiyekê baş bidin we, xebatkarên tenduristiyê ya ku ji destê wan tê dikin.”