Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin 2022-11-15 12:01:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya şer û pevçûnên 7 mehan ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hat eşkerekirin.    Bîlançoya şer û pevçûnên 7 mehan ê piştî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dest pê kirin, hat ragihandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), HPG’ê da zanîn ku di encama şerê heta niha de 2 hezar û 544 leşker û cerdevan hatine kuştin. Her wiha HPG’ê diyar kir ku di şerê heta niha de 11 helîkopter hatine xistin, 2 hezar û 837 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexe hatine bikaranîn. Her wiha HPG’ê ragihand ku di şer de 174 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dan.