‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’ 2022-11-15 14:38:21   AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên di Zindanan de” ji nivîskarên girtî re name û pirtûk şandin û wiha hat gotin: “Wêjeya li zindanê, bi mêjiyekî azad û bi îradeyekî xurt tê hilberandin.”    Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên di Zindanan de” komxebatên li dar dixe, didomîne. Saziyên navborî îro jî li ber deriyê Postexaneya (PTT) Semta Ofîsê ya Amedê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê nivîskaran ji nivîskarên girtî re kart, name û pirtûk şandin û piştre daxuyanî hat dayîn. Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78’an piştgirî dan çalakiyê.    ‘AZADIYA KELEMÇEKIRÎ DIBE RONAHIYA CIVAKÊ’   Nivîskar Adil Qazî daxuyanî xwend û da zanîn ku mirov li rewşa cîhanê dinêre rêya hemû şoreşger û wêjekarên navdar di zindanan de derbas bûye. Qazî diyar kir ku gelek nîviskarên kurd jî ji ber doza xwe ya azadî û rizgariyê bi salan di girtîgehan de mane û wiha got: “Wêjeya li zindanê, bi mêjiyekî azad û bi îradeyekî xwirt tê afirandin. Her tim dibe tovê guherîn û pêşveçûna civakê. Azadiya kelemçekirî dibe ronahiya jiyan û civakê. Di van pêncî salên dawiyê de li welatê me Kurdistanê jî nivîskariya bi helwesteke xurt a li zindanê bûye rûyê berxwedana li dijî bindestiyê.”    ROJNAMEGER JI BER RASTIYAN HATINE GIRTIN    Qazî bal kişand ser girtina rojnamevanan û wiha domand: “Em rojnamegerên di girtîgehan de jî ji bîr nakin û wan wek nivîskar dibînin. Em zextên di van demên dawiyê de li ser rojnamegeran jî şermezar dikin. Li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), niha li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 87 rojnameger di girtîgehan de ne. Tenê di van pênç mehên dawiyê de 26 rojnameger ji ber nûçe çêkirin û rastiyan ragihandin civakê hatin girtin. Li girtîgehan rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan bi neheqî û bi binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Dîsa li gor daneyên Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ji sedî zêdetir nivîskar di girtîgehan de ne. Ji sedî zêdetir pirtûk hatine qedexekirin. Di nava van pirtûkên hatine qedexekirin de pirtûkên nivîskarên di zindanan de jî hene.”   '1517 GIRTIYÊN NEXWEŞ NIHA DI GIRTÎGEHAN DE NE'   Qazî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li girtîgehan mafên jiyanê nayê parastin û li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya nîsana 2022’yan, 651 bi giranî, bi tevahî jî 1517 girtiyên nexweş hene. Di bin şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Li dijî bêhiqûqî, bêedaletiyê em ê bibin wijdanê hemû girtiyên azadiyê û li ber xwe bidin.”   Çalakî bi çepikan bi dawî bû.