HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir 2022-11-15 15:07:45   STENBOL - Komîsyona Gel û Baweriyan a HDK’ê, Seyît Riza bi bîr anî û wiha got: “Heta ku bi gelên tên qetilkirin re hevrûbûnek pêk neyê wê li vê axê roj hil nebe.    Komîsyona Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya 85’emîn salvegera darvekirina Seyît Riza û hevrêyên wî daxuyaniyeke nivîskî da. HDK’ê xwest belgeyên Komkujiya Dêrsimê bên aşkere kirin û bal kişand ser gotinên Wezîrê Dadê yê demê Esat Bozkûrt.    ‘JI BO KU NEBIN KOLE LI BER XWE DAN’   HDK’ê destnîşan kir ku Seyît Riza û hevrêyên wî ji ber axa xwe parastin tên darvekirin û ev tişt got: “Yek ziman, yek ol û yek milet li gelan hate ferzkirin. Seyît Riza û hevrêyên wî ji boa x, ziman û çanda xwe biparêzin hatin sûcdarkirin û darve kirin. Ew ji bo nebin xizmetkar û koleyên kesê li ber xwe dan.”   ‘HETA KU HEVRÛBÛNEK ÇÊNEBE ROJ HIL NABE’    HDK’ê bi bîr xist ku elewî bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin, sax hatin şewitandin û got: “Heta ku bi gelên hatin qetilkirin re hevrûbûnek pêk neyê wê li vê axê roj hil nebe.”   ‘ELEWÎTÎ NAKEVE TÛRIKEKÊ’    HDK’ê destnîşan kir ku divê nirxên çandî û dîrokî neyên ji bîr kirin û wiha domand: “Kêleke gorê jî gelek dîtin ji gelê Dêrsimê re. Kesên bê kefen radizin ji bo gelekê bêhiş bihêlin e. Di van rojên civaka elewî bi baweriya xwe di nava ezmûnekê de ye de elewîtî nakeve tûrikekê, bawerî nakeve tûrikekî.”    DAXWAZÊN ELEWIYAN   HDK’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bila cihê gorên Seyît Riza û hevrêyên wî bê aşkerekirin. Bila keçên Dêrsimê yên winda û arşîv bên aşkerekirin. Weke gelên qedîm ên vî welatî daxwazên me diyar in. Daxwazên me hemwelatîbûna wekhev û makeqanûneke damezrîner e.”