66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin! 2022-11-15 15:37:17   AMED - Hat diyarkirin ku ji bo 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, wekîlên HDP û CHP'ê, Sekreterê Giştî yê TBB'ê Velî Kuçuk û 21 serokên baroyan jî di nav de hatine fîşkirin.    Di doza ku Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar dihat darizandin de, bûyereke sosret a fîşkirinê derket holê. Di doza Aktar ê ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê darizandin de, dadgehê di rûniştina berê de ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re derbarê çalakiyên ku Aktar beşdar bûye de agahî xwestibû, ev fîşkirina sosret derket holê. Li ser daxwaza 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, Midûriyeta Polîsan a Amedê da zanîn ku gelek kesên tev li merasîma bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin bûne, bi Aktar re hatine fîşkirin.    NAVÊN KESÊN HATINE FÎŞKIRIN    Di çarçoveya lêpirsîna ku bi biryara Serdozgerê Şaxa TEM'ê M.K. ê wezîfedar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîh Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, Serokê Baroya Enqereyê Erînç Sagkan, Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses, Serokê Baroya Merdînê Îsmaîl Elik, Serokê Baroya Riha Mehmet Velat Îzol, Serokê Baroya Sêrtê Nizam Dîlek, Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê yê berê Metîn Feyzîoglu, Sekreterê Giştî yê Yekitiya Bijîşkên Tirkiyê Velî Kuçuk, hevjîna Elçî, Turkan Elçî, Cîgira Serokê Baroya Amedê Zuhal Işik, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Serokê DEVA Partiyê yê Amedê Cîhan Ulsen, Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ferhat Berkpinar, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê Ozum Vurgun, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, parêzer Asli Pasînlî, Îrem Yildiz, Muhlîs Ogûrgul, Sertaç Buluttekin, Mehmet Onder, Gulistan Ataş, Mahsuni Karaman, Omer Şeran, Muhuttin Mûgûç, Oyku Çakmak, Serhat Eren, Muharrem Erbey, Berdan Acun, Diyar Rukneddin Çetedîr, Hatîce Demîr, Serdar Ozer, Atîlla Berk, Mehmet Erdem, Yusuf Erdogan, Hasan Yalçin, serokên berê yên Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Ahmet Ozmen, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Murat Aba, Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMO yê Amedê Dogan Hatun, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê Salîh Sargîn, Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr navên wan div ê fîşkirinê de cih girt. Di raporê de hat diyarkirin ku serokên baroyên Îzmîr, Edene, Antalya, Mêrsîn, Agirî, Wan, Êlih, Dêrsim, Çewlîg, Sinop, Colamerg, Aydin, Mûş, Semsûr, Bedlîsê beşdarî bîranîna Elçî bûne lê navên serokên baroyan nehatiye diyarkirin.    FOTOĞRAFLARLA NUMARANDIRILAR   Di raporê de hat dîtin ku wêneyên beşdarên bîranînê ji aliyê Amirtiya Wênegirtinê ve hatine girtin û navên kesên ku bi wêneyan hatine tespîtkirin hatine nivîsandin.   JI BO KURDISTANÊ DEMILDEST DOZGER HATIYE AGAHDARKIRIN    Di rapora fîşkirina 28’ê mijdara 2021’an de, di axaftina Serokê Baroya Amedê Nahît Eren de peyva “Kurdistan” wekî “k….istan” hatiye nivîsandin. Ji bo ku Eren navê Kurdistanê aniye ziman, Serdozgerê TEM'ê M.K. demildest hatiye agahdarkirin û ferman daye Şaxa TEM’ê.    LÊPIRSÎN NÎNE, FÎŞKIRIN HEYE    Ji aliyê din ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî diyar kir ku derbarê belgeya ku îro di rûniştina Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin, derbarê bîranîna Tahîr Elçî de tu lêpirsîn nehatiye dîtin.    Di danişîna ku Aktar û parêzerê wî Resûl Temûr lê amade bûn de Temur diyar kir ku di belge û agahiyên ku ji aliyê polîsan ve hatine şandin de muwekîlê wî beşdarî tu çalakiyên derqanûnî nebûye lê lêpirsîn dewam dike û xwest ji bo polîs bi zelalî diyar bike ka muwekîlê wî beşdarî çalakiyên neqanûnî bûye yan na, fermanek bê nivîsandin.   DAXWAZA MUZAKEREYÊ RED KIR    Temur ji bo parastina li dijî belgeyên ku pêşkêşî dadgehê hatine kirin dem xwest.   Dadgehê, daxwaza ji nû ve nivîsandina muzakereya ji bo midûriyeta polîsan red kir, daxwaza demê qebûl kir û danişîn taloqî 1'ê kanûnê kir.