Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin 2022-11-15 17:38:09   ŞIRNEX - Li Hezexê zarokeke 10 salî li mala xwe mirî hat dîtin.   Li taxa Yeniyê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê zaroka 10 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Dilvîn Îbrahîm ku bi dêya xwe û xwişka xwe re dima, li malê mirî hat dîtin. Cenazeyê Îbrahîmê ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.