ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN 2022-11-16 09:00:08     * Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên der heqê bikaranîna çekên kîmyewî cezayê hepsa malê lê hatiye birîn, diyar kir ku cezayê lê hatiye birîn gotinên wî piştrast dikin.   *  Li Rihayê welatiyan bal kişandin ser bihabûnê û wiha gotin: "Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin. Hema bêhna goşt bê me bes e."    * Jinan anî ziman ku mirov nikare berxwedana li Îranê derî tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû "Sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinê" binirxîne û gotin ku berxwedan dê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can bibe.   * Hevseroka Şaxa OHD ya Amedê Ozûm Vûrgûn û Seroka DTO'yê ElÎf Tûran di salvegera çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan de anîn ziman ku daxwazên malbatan hiqûqî ne û gotin ku binpêkirina mafên girtiyan îşkence ye.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 618’an de berdewam bike.    * KESK dê Bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî eşkere bike. (10.30)   * DAD dê li hotêleke li Taksîm a Stenbolê bi rojnamegeran re bê ba hev. (11.00)   * Xebatkarên tenduristiyê dê li Amed û Enqereyê têkildarî pirsgirêkên xwe daxuyaniyê bidin. (12.30)    * Di çarçoveya Nobeta Edaletê de ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. Li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê jî dê nobet bê girtin. (12.30-16.00)   * DFG û MKGP dê bi boneya 5’emîn meha girtina 16 rojnamegeran, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Xwendekarên zanîngehê dê li dijî êrişên ku roj bi roj zêdetir dibin, li avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (13.00)