Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye 2022-11-16 09:01:57   STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên der heqê bikaranîna çekên kîmyewî cezayê hepsa malê lê hatiye birîn, diyar kir ku cezayê lê hatiye birîn gotinên wî piştrast dikin.    Bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) di 6'ê mijdarê de li Taksîmê "Meşa Mirovahiyê" ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatibû lidarxistin. Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Koray Turkay ku gava ji bo tev li meşê bibe ji Kadikoyê ber bi Taksîmê ve bi rê ketibû, bi hinceta der barê wî de lêpirsînek heye hatibû binçavkirin û polîsan ew biribû Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Koray piştî 4 rojan sewqî dozgeriyê hatibû kirin û dozger xwestibû bê girtin. Turkay ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatibû kirin, cezayê hepsa malê lê hatibû birîn.    Turkay ku desthilata AKP'ê wekî,"otorîter, çewisîner û faşîst" wesifand got ku yê herî zêde li ber pêkanîn desthilatê radibe jî HDP ye. Turkay bilêv kir ku HDP hem li kolanan hem jî di qada siyasî de bertekên xwe didomîne û got ku lewma li hemberî wan û partiya wan pêkanînên "taybet" hene.    Koray Turkay   ŞERÊ VÎNÊ   Turkay anî ziman ku hin aktorên li hemberî wan serî li tahdeyê didin hene û îşaret bi Midûrê Midûriyeta Polîsan a Kadikoyê Ayhan Karadûman û Midûrê Şaxa Ewlehiyê Mûhammet Hanîfî Zengîn kir. Turkay, wiha got: "Ev kes, di hemû çalakiyên demokratîk de serî li rêbazên herî tahdekar didin. Bi van kesan re asta êrişan zêde dibe. Divê mirov bibîne, li vir şerekî vînê heye. Li hemberî HDP'ê û rêxistinên demokratîk ên din asta êrişan bilind dikin. Lê HDP ku dest ji vê israra xwe bernade dê tu carî tawizê ji kolanan nede."     'DELÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ'    Bi domdarî Turkay îşaret bi dîmenên HPG'ê kir ên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de û got ku ji bo vekolandina vê yekê di 6'ê mijdarê de çalakiyek li dar xistine, lê beriya çalakiyê hatiye binçavkirin. Turkay anî ziman ku di vî warî de desthilat gotinê bi xwe jî asteng dike. Turkay destnîşan kir ku ev yek delîla bikaranîna çekên kîmyewî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di atmosfereke wiha de ku kes nikare behsa çekên kîmyewî bike, bi bangawaziya HDP'ê gava ber bi Taksîmê ve diçûm li îskeleya Kadikoyê hatim binçavkirin. Di dema binçavkirinê de rastî tahdeya derûnî hatim. Demeke dirêj mafê min ê parêzer hat astengkirin. Her wiha li midûriyeta polîsan 4 polîsan ez bi awayekî nefermî dam ber lêpirsînê. Ev fealiyeteke sîxurtiyê bû. Ji ber ku di vî warî de bi ser neketin, hewl dan sûc biafirînin. Ez bi operasyoneke derûnî re rû bi rû man."    Di berdewamê de Turkay da zanîn ku ji ber ku li ser dosyeyê biryara veşarî heye, ji xeynî çalakiyên beşdarî wan bûye, bi taybetî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatiye sûcdarkirin. Turkay, wiha domand: "Li vir a tê xwestin bê afirandin, li dijî azadiya fikr û ramanê ye. Xwestin her tiştî daxilî nava çarçoveya sûc bikin. Lê min hem li midûriyeta polîsan hem jî li edliyeyê dît ku ev bi xala 34'an a qanûna bingehîn hatine mîsogerkirin. Azadiya fikr û ramanê, tenê ne bilêvkirina fikrên li xweşa desthilatê diçin. Di wateya bilêvkirina fikrên dijber e jî."    Turkay, diyar kir ku ji ber fikrên xwe li midûriyeta polîsan bi "endametiya rêxistinê" hatiye sûcdarkirin û got ku paşê dozger bi "propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kiriye. Turkay bilêv kir ku li dadgeriyê parastineke di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de kiriye û got ku dadger jî cezayê hepsa malê lê biriye. Turkay wiha axivî: "A ku wan nerihet kir vîdeoyên der barê mirina eskeran de bû ku li Zapê mirine."    Turkay di dawiyê de destnîşan kir ku xweza û mirov tên qetilkirin û ev yek bi amûrên wekî SÎHA, ÎHA û hwd. tên kirin û got ku gava ev desthilat biguhere dê kesên vê yekê û îşkenceyê dikin li bara hiqûqê bên cezakirin.    MA / Mehmet Aslan